MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir 2020-05-22 13:09:49 AMED - Rêveberên MEBYA-DER'ê diyar kirin ku ji ber şewba vîrûsê û qedexeya derketina kolanan dê di Cejna Remezanê de neçin ziyaretên malbat û goristanan û ji niha de cejna malbatan pîroz kir.  Komeleya Çand, Yekîtî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), beriya Cejna Remezanê daxuyanî da. Endam û rêveberên Komeleyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civinê de endam û rêveberên TUAY-DER, HDP, DBP û Komeleya 78’an amade bûn. Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag, diyar kir ku îsal ji ber vîrûsa corona û qedexeya derketina kolanan dê malbatan û goristanan ziyaret nekin Karadag anî ziman ku ji ber êrişa li dijî goristanan îsal bi xemgînî cejnê pêşwazî dikin û wiha got: "Her sal me diçû gor û goristanên xwe ziyaret dikirin. Lê îsal ji ber vêrûsa corona qedexe hatin îlankirin. Em di vê cejnê de, emê nikaribin malbatên xwe û goristanan ziyart bikin. Em li vir Cejna Remezanê ya hemû malbatên xwe pîroz dikin. Li çar perçeyên Kurdistanê şerekî qirêj tê meşandin. Em wekî gelê Kurd dê li dijî vî şerê qirêj têkoşîna xwe berdewam bikin.    EM NÊZÎKATIYA LI DIJÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ ŞERMEZAR DIKIN   Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Girtiyê nexweş Sabri Kaya rojek berê hat berdan û roja dîtir jiyana xwe ji dest da. Me di pêvajoya ku faşîzm belav bûye de hevalekî xwe yê din winda kir. Ji ber vîrûsa corona belav bûye, hemû girtî di talûkeyê de ne. Li ruxmê hemû bangên me ji bo girtiyên nexweş tiştek nehat kirin. Hevalê me Sabri Kaya rojek berê hat berdan û roja dîtir jiyana xwe ji dest da. Em nêzîkatiya li dijî girtiyên nexweş şermezar dikin. Malbat dê di vê vejnê de jî nikaribin xizmên xwe ziyaret bikin."