Berî cejnê goristan ziyaret kirin 2020-05-22 14:29:28   STENBOL - HDP’iyan, berî Cejna Remezanê li Stenbolê goristan ziyaret kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi boneya Cejna Remezanê goristanên li Umraniyê, Sûltangazî, Avcilar, Kanarya, Esenyûrt, Kayaşehîr û Çatalcayê ziyaret kirin. Parlamenterên HDP’ê, Hevserokên Rêxistina Stenbolê û rêveberên bajar û navçeyan, beşdarî serdanê bûn. Malbat û HDP’iyan li ser goran dua kirin û qernefîl danîn ser goran.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum di serdana Goristana Gazî ya li Sûltangazî de axivî û wiha got: “Ji bo ku em di vê cejnê de kesên ji bo azadî, wekhevî û edelatê jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin em hatin goristanê. Ji bo ku hemû kes bi awayekê azad û wekhev bijîn canê xwe feda kirin. Ev daxwaz daxwaza bi mîlyonane. Tişta dikev ser milê me bi cih anîna van xeyalane.”