Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye 2020-05-23 09:01:48   ÎZMÎR - Parêzer Şukran Ozturk, destnîşan kir ku di dema şewba vîrûsa coronayê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û got: "Girtîgeh ne ji vîrûsê, ji civakê hatin tecrîdkirin."    Yek ji deverên ku ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) di xetereyê de ne jî girtîgeh in. Wezareta Dadê herî dawî di 28'ê Nîsanê de daxuyandibû ku li girtîgehan 120 girtî û hikumxwar bi şewba coronayê ketine û 3 hikumxwar jî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî di 8'ê Gulanê de daxuyandibû ku li Sîlîvriyeyê 44 girtî û hikumxwar bi şewba coronayê ketine.    Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Parêzer Şukran Ozturk, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêdetir bûne û got, girtîgeh ji civakê hatine tecrîdkirin. Ozturk, bibîr xist ku piştî ku şewba coronayê li cîhanê wekî pandemiyê hatiye ragihandin tevdîr hatine girtin û got, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê jî xwestiye girtî bên berdan. Ozturk, bîbir xist ku Tirkiyeyê jî qanûna înfazê xistiye meriyetê û got: "Lê belê di qanûnê de ji bo vrûsê ne tevdîrek hebû ne jî sererastkirine. Gelek kes daxilî nav wê nehatin kirin. Siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyen û parêzer daxilî nav nehatin kirin."    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN    Ozturk, çavdêriyên xwe yên li girtîgehan parve kir û got: "Di 10'ê Adarê de em çûn Girtîgeha Manîsayê. Tişta ku min li wir dît ji tevdîra li dijî şewbê bêtir pêkanîneke wekî ya Rewşa Awarte bû. Hê der barê hevdîtinên bi girtiyan de biryarek nehatibû girtin, lê belê ê me hevdîtina girtî li me ferz kirin û gardiyanan dora me dorpêç kir û midûrê duyemîn jî talîmat da ku me derxin derve. Ji vê yekê jî tê famkirin ku beriya pandemiyê li girtîgehan binpêkirinên mafan êzde bûne."    Ozturk, diyar kir ku di vê serdemê de parêzer agahiyên der barê girtiyan de ji malbatên girtiyan digirin. Ozturk, anî ziman ku li gelek girtîgehan ji bo qawîşn karantînayê bên çêkirin gelek qawîş kirine yek û got: "Ji xwe ber qawîş qelebalix bûn, bi vî awayî qelebalxitir bûn. Yek ji şertê parastina li hemberîv îrûsê jî navbera fizîkî ye, lê belê bi vî awayî ev navber ji holê hatiye rakirin. Gelek malbat ji ber binpêkirina mafan serî li me didin. Lê belê ji bo piştrastkirinê em nikarin ne xwe bigihînin îdareyên girtîgehan ne jî dozgeran. Em bêmuxatab hatine hiştin. A rast girtîgeh ji vîrûsê, bi temamî ji civakê hatine tecrîdkirin."    MA / Sevda Aydin