Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek 2020-05-23 09:02:07   ENQERE - Mele Zekî Korkmaz, bal kişand ser êrîşên li ser gor û goristanan û got: “ Li gorî baweriya îslamê divê tu kes li ber zilmê bêdeng nemîne. Kurd li hemberî êrîşên li ser goristana divê bi yek bin."    Li Colemêrg, Wan, Mûş, Amed, Çewlîg, Şirnex û gelek bajarên herêmê yên din êrîşên li ser goristanan berdewam dikin. Ligel vê bertek û nerazîbûnên li dijî van êrîşan jî didomin. Mele Zekî Korkmaz ku 30 salan di Diyanetê de xebitiye lê belê meseleya kurdî di sala 2012'an de ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, bertek nîşanî êrîşên li se rgoristanan da û got: "Di îslamiyetê de cihê van êrîşan nîne."    Korkmaz, pêşî bal kişand ser dîmenên Goristana Kîlyos a Stenbolê ku 261 cenaze di bin peyarêyê de li ser dilê hev hatine veşartin û got: “Dema mirov zindî be çi qasî bi şeref be, dema jiyana xwe ji dest da ji ew kasî bi şeref e. Şikandina hestîyê mirovên mirî, êrîşên li ser gorên wan, xistina bin betonê... di çi baweriyê de cihê wan nîne. Di îslamê de jî cihê we nîne û yê ku wisa kirî be, bi qasî wî yê bêdeng jî gunehkar e.”   Korkmaz, anî ziman ku êrîşên li ser goristanan ji bo malbatan zilma herî mezin e û got: “Ev êrîş vêya nîşanî me didin; ji mirovê zindî westîyan e, êdî dora yê jiyana xwe ji dest dane ye. Dema êrîş li ser gora çêdibin, bi qasî yê êrîş dike yê bêdeng dimîne jî sucdar e. Gunehê wan êrîşa û cezayê wan, wê yê bêdeng dimênin jî bikişînin.”   'LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK'   Korkmaz, anî ziman ku li hemberî êrîşa divê kurd bibin yek û got: “Kurd bawermend in. Dînê îslamê wiha dibêje; dema hûn bi zilmê re rû bi rû man li hember zilmê bitêkoşin. Li hemberî êrîşan divê em teqez bibin yek û bitêkoşin. Meha Remezanê mehek gelek pîroz e, ji bo kurda tişta herî pîroz di vê mehê de bikin, têkoşîna li hemberî goristana ye. Divê em baweriya xwe ji Xwede bînin û pev re bitêkoşin."    Korkmaz, bal kişand ser yekîtiyê û helbesta helbestvan e Kurd Cigerxwîn, “ Eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek" anî bîr û wiha berdewam kir: “ Wekî mamosta Cigerxwîn gotî dibe em bibin yek, nexa emê herin yek bi yek. Dema em bibin yek we tikes li hember me nikaribe bisekine. Di hela yekîtîye da kare herî mezin dikeve pişta mele, seyda, şêx, siyasetmedar û ye dibêjin em mirovin da. Dibê teqez em bibin yek.”   ‘YE BÊDENG DIMÊNIN JÎ SUÇDAR IN’   Korkmaz, got: “Meleyên ku li hember êrîşa bêdeng dimînin bi qasî êrîşkaran sucdar in. Li hemberî zilmê mele nikarin bêdeng bimînin. Kurd, qewmekî mezlûm in, ji bo mafê xwe şehîd dikevin, malê wan tên talankirin, bi sala dayik li gorê zarokên xwe digerin. Gorê me tên talankirin, cenazeyê me di nav betona de tên veşartin, lê em hê jî dengê xwe nakin. Mele divê ji bo yekîtiyê xebata bikin. Wekî Hz. Îbrahîm li hember Nemrûd têkoşîn kirî, divê em jî li hember ve zilmê bitêkoşin."    ‘SEKINANDINA LI HEMBER ZILMÊ DI ÎSLAMÊ DE ÎBADET E’   Korkmaz, anî ziman ku êrîşên li ser goran ji bo mirovatîyê şerma herî mezin e û wiha got: “Ne tenê gorên kurda, kî be jî, ji kîjan gelî be, baweroya wî çi be bila be dibe em li dijî êrîşên li ser gora bin. Talankirina gora bi tena serê xwe suc e. Gor dema tên talankirin, welatiyên bêdeng dimînin jî bi qasî yên xira dikin susdar in. Di îslamê de sekinandina li hember zilmê îbadet e ku her kes derbikeve kolana bêjin çima hûn êrîşî gorên me dikin? Em ve yekê qebül nakin bertek nîşan bide wê tu kes newerî êrîşî gora bike."   Korkmaz, di dawiyê de got êdî bila dayik negirîn û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê kurd qewmek î mezlûm e. Ez hêvîdar im di demek nêz de wê kurd yekîtiya xwe ava bikin û li hember zilmê wê bi hev re bitêkoşin."    MELE ZEKÎ KÎ YE?   Di sala 1958'an de li gundê Terejê yê Sason a Êlihê hatiye dinê. Di sala 1981'ê de li Amedê dest bi karê Dîyanetê dike. Her sal bi sedan xwendekarî perwerde dike. Dema nivîskarê kurd Mehmet Uzun jiyana xwe ji dest dide li Amedê ji bo wî mewlûd tê dayîn. Di mewlûdê de Mele Zekî weazan dide û ji ber ku di weazên xwe de dibêje 'Kurdistan' tê dadgehkirin û ji kar tê drûxistin. Ji sala 2012'an ve li Enqereyê ye. Lêkolînên wî yên der barê îslamê de berdewam dikin.    MA / Emrûllah Acar