Agir bi konteynerê ket: Karkerek mir 2020-05-23 12:04:47   STENBOL - Li înşaetek Umraniye ya Stenbolê, di şantiyeyê de agir bi konteynerê ket. Di şewatê de karkerekî jiyana xwe ji dest da.    Li Kolana Altinordu ya Umraniyeyê, di înşaeta şandiyekê de agir bi konteynerê ket. Di şewatê de konteynera ku 50 kes têde bû şewitî. Heta ku yekîneyên agirkujê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin, 5 kes birîndar bûn. Di şewatê de karkerekî jî jiyana xwe ji dest da.  Karkerên birindar rakirin nexweşxaneyê û yê jiyana xwe ji dest daye jî rakirin Saziya Tipa Edlî.