Bi wêneyan bêdengiya li Sûrê û Deriyê Çiyê 2020-05-23 13:01:53   AMED – Qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê duh bi şev li 81 bajaran hat destpêkirin dê heta roja sêşemê ango 26’ê gulanê berdewam bike. Bi qedexeyê re kuçe, kolan û meydanên li Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re hiştin.   Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) li 81 bajaran duh bi şev saet di 24.00’an de qedexeya derketina derve dest pê kir. Qedexe dê di navbera 23, 24, 25 û 26’ê gulanê bê sepandin.   Bi destpêkirina qedexeyê re kuçe, kolan û meydanên li Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re berdan. Ji bilî market, bufe, çerezfiroş, mêwefiroş, qesab, firin û şîranîfiroşan her dever girtî ye.     HER DEVER BÊDENG E   Li kuçe û kolanên navçeya Sûrê û Qada Deriyê Çiyê bi bêdengiyê xwe radixîne ber çavan. Ji bilî xebatkarên van kargehan û kesên diçin marketan kes li derve nîne. Hin welatiyên diçin nexweşxaneyan li derve hene. Di têketinên navçeya Sûrê û li gelek deverên din ên Amedê bendên polîsan ên kontrolê hatine danîn û wesayîtên diçin û tên disekinînin.   Bi boneya em rewşa kuçe, kolan û meydanan bibinin em çûn navçeya Sûrê. Li navçeya Sûrê û Deriyê Çiyê hin wêne û dîmenên bêdengiyê me kişandin hêjayî dîtinê ne.              Qedexeya derketina derve ya dê 4 rojan bidome roja sêşemê saet di 24.00’an de bi dawî bibe.   Wêne: Bîlal Guldem