715 rojan girtî ma hêj nû îdeaname amade kirin 2020-05-23 13:09:16   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, diyar kir ku gerek dikir ku girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr ji Qanûna Darazê bê berdan, lê ji ber ku 15 roj beriya 2 salên wî yên girtîgehê îdeaname amadekirin, nayê berdan.   Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya hefteya 298’emîn de, daxuyaniyek bi video weşand û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, li ser navê înîsiyatîfê daxuyanî da û bal kişand ser mirina girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê di roja hat berdan de jiyana xwe ji dest da. Çevîrmen, diyar kir ku dikarîbûn pêşiya vê mirinê bigirin û wî bidin jiyîn.   Çevîrmen, di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişan ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr ê 59 salî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlê tê girtine.   Çevîrmen, anî ziman ku li gorî Qanûna Înfazê, kesekê ku 24 meh bi ser girtina wan re derbas bibe û îdînameya wan hîna nehatibin amedekirin divê bên berdan û wiha axivî: “Lê 15 roj mabûn ku 2 salên girtina Demîr temam bibin, îdîanameya wî amade kirin. Ji ber vê Demîr nayê berdan. Demîr berî ku bê girtin pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn. Li derve bi awayekê lezgîn emeliyata fitiqê derbas dike. 4-5 caran krîza dil derbas dike û anjiyo dibe. Mîda wî xwîn dibe. Ji mirinê difilite. Di heman demê de tansiyona wî bilind dibe. Piştî dikev girtîgehê nexweşiyên wî girantir dibin. Ji ber şewba vîrûsa Kovîd-19 talûkeya wî ya jiyanê zêdetir bûye û dikeve koma rîskê.”   JIYANA WÎ DIBIN RÎSKÊ DEYE’   Çevirmen, da zanîn ku şert û mercên girtîgehê ji bo rewşa tenduristiya Demîr pir xirabe û ev bang li raya giştî kir: “Divê rewşa girtiyê nexweş Mehmet Can Demîr li ber çavan bê girtin. Ji ber nexweşiyên wî yên zêde, jiyana wî dibin rîskê deye. Ji ber vê divê demildest bê berdan. Ji bo berdana wî em bang li hemû raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”