Çûyîna komeleya xwe ji sûc hesibandin 2020-05-23 15:42:09   AMED – Ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê pirsên “We çima çalakiya 8’ê Adarê bi saz kir”, “We çima pankarta Gulistan Dokû vekir” pirsîn. Çûyînan jinan komeleya ku rêveberên wê ne jî bû mijara sûcdarkirin.   Dayîna îfade ya 18 jinên siyasetmedar û aktîvîstên mafên jinan ku duh bi çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin, berdewam dike. Îfadeyê 15 jinên ku li Miduriyeta Polisan a Amedê tên girtin bi dawî bûn. Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan, Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor û Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek ku li derveyî Amedê hatibûn binçavkirin jî îro anîn Amedê. Tê payîn kû pîştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polisan a Amedê her sê jî derkevin dozgeriyê.   OPERASYONA LI DIJÎ ROSAYÊ YE   Li aliyê din hinceta binçavkirina 18 kesan jî derket holê. Hat hînbûn ku operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê ye. Kesên ku bi îfadeyên şahidên nepen hatine binçavkirin, ji daxuyaniyên ku di demên cuda de dane, şermezarkirinên qeyûman, ziyaretên şînan, greva birçîbûnê, şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên sûcdarkirin.   WE ÇIMA 8’Ê ADARÊ BI SAZ KIR?   Di nav sûcdariyên li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de ev gotin “Ji bo ku piştgiriya girseyên mezin bigirin, hemû mijarên ku jinan eleqedar dikin, cînayetên ku raya giştî ji nêz ve eleqe nîşan dide û tacîzên zayendî digirin dest û ji bo tevlîbûna rêxistin, îmaja legal didinê” cih girtin. Ji rêveber û endamên damezrîner ên Komeleya Jinan a Rosayê pirsa “Armanca we ya sazkirina 8’ê Adarê çi bû?” pirsÎn. Dîsa, derbarê çalakiyên ku ji bo Gulistan Dokû ya li Dersim winda bû jî pirsa “We çima pankarta Gulistan Dokû vekir” pirsîn.   ÇÛYÎNA KOMELEYÊ JI SEROKA KOMELEYÊ KIRIN   Ji Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî pirsa daxuyaniyên komeleyê yên têkildarî qeyûman, daxuyaniyên çapemeniyê, gotinên “şer” û “aştî” yên di axaftinên telefonê de derbas bûne, parvekirinên medya civakî yên derbarê qeyûman de û beşdarbûna daxuaniyên çapameniyê kirin. Ji Kaya pirsên wiha balkêş kirine: "We çima 8’ê Adarê saz kiriye?” û “Hûn çim abi endamên lîjneya rêveberiyê re çûne komeleyê?”   PIRSA TEVLÎBÛNA ŞÎNÊ JÎ KIRIN   Ji Endama Meclisa Dayikên Aştiyê HAWA Kiran jî pirsa mîna “Çima beşdarî şînên HPG’iyan bûyî, çima tevlî şîna Zulkîf Gezen bûyî, çima tevlî daxuyaniyên ÎHD’ê bûyî, çima tevlî danezana encama Deklerasyona Tifaqa Yekitiya Neteweyî bûyî” kirin.   “ENDAMÊ VEŞARΔYA KOMELEYA JINAN   Hat angaştkirin ku Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Celal Yoldaş “endamê veşarî” yê Komeleya Jinan a Rosayê ye. Sûcdariya “piştgiriya maddî ji komeleyê re dike” li Yoldaş kirin. Her wiha ji Yoldaş pirsên ku çima tevlî kongreya rêxistina partiya xwe ya Rezanê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûye jî kirin.   KOMELEYA ROSAYÊ BERTEK NÎŞAN DA   Komeleya Jinan a Rosayê, hin sûcdariyên li rêveberên xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir û bertek nîşanî opersyona li dijî endam û rêveberên xwe da. Komeleyê, destnîşan kir ku ji endam û rêveberên wan armanca sazkirina 8’ê Adarê kirine û ev tişt got: “Em ji vir bersiv didin; Em li dijî cînayetên jinan, tacîz, tecawiz, îstismar, homofobî, newekheviya zayendî, perwerdeya zayendparêz, kedxwarênê li 8’ê Adarê bûn! Di bin çavan de ji jinan pirsa pankarta “Gulistan Dokû li kudere” jî kirine. Komeleya me ya ku pirsa Gulistan Dokû dike na, kesên ku Gulistan Dokû nebîbin sucdar in!”