Rojnameger Rojhat Dogrû di binçavan de ye 2020-05-23 15:54:38   AMED – Rojnameger Rojhat Dogrû bi hênceta derbarê wî de li Stenbolê lêpirsîne hatiye destpêkirin li Amedê hat binçavkirin.   Duh danê esir li Rawestgeha Ayhan a li Navçeya Yenîşehîra Amedê rojnameger Rohat Dogrû ji aliyê polîsan ve hat sekinandin û bi hênceta li Stenbolê di 2019’an de derbarê wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin binçav kirin. Dogrû birin Miduriyeta Polîsan û îro jî wî sewqî Dadgeha Amedê kirin. Hat zanîn ku dê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeyên Dogrû werin girtin. Hevjîna Dogrû, Sarya Dogrû da zanîn ku hevjînê wê duh li Rawestgeha Ayhan a li Semta Ofîsê hatiye binçavkirin û bi hênceta li Stenbolê derbarê wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin binçav kirine. Sarya Dogrû got biryara “nepeniyê” danîne ser dosyeya hevjînê wê.