32 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-05-23 19:55:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 32 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 186 kesên din jî bi şewbê ketine û 32 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 155 hezar û 686 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 308.