Kurd li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin 2020-05-24 02:33:51   AMED – Li Amedê 18 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û darizandin. Dilgeşê biçûk jî li gel parlamenterên HDP’ê li benda biryara ji bo dayika xwe heta nîvê şevê sekinî. Haya wî ji cejnê tune bû lê xema wî dayika wî bû. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got kurd rojên cejnan û rojên taybet ne li gel zarokên xwe li korîdorên dadgehan cejnê pêşwazî dikin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê ferman da û polîsan di 23’ê gulanê de bi ser malên siyasetmedar û aktîvîstên mafê jinan de girt û 18 kes binçav kir. Piştî îfadeyên li Emniyeta Amedê siyasetmedaran birin Dadgeha Amedê û îfadeyên wan hatin girtin. Ji 18 siyasetmedaran 4 kes ewilî hatin berdan û îfadeyên binçavkiriyên din heta berdestî sibê dewam kir. Parlamenterên HDP’ê jî heta ku karûbarên îfadeyan bi dawî bû li koridora Dadgehê li benda biryarê sekinîn.    CEJN NE DI XEMA WÎ DE YE, XEMA WÎ DAYIKA WÎ YE   Yek ji van binçavkiriyan endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan e. Kurê Aslan Dilgeş ê sê sal û nîvî jî li gel parlementerên HDP’ê ji li benda biryara dadgeh a ji bo dayika xwe sekinî ye. Di xema Dilgeşê biçûk de ne cejn e xema wî ew e ku dayika wî were berdan. Mirov dikare bêje ku Dilgeşê biçuk li gel siyasetmedaran Cejna Remezanê li koridora dadgehê  pêşwazî kir. Dilgeş bi saetan li benda biryara ji bo dayika wî were dayîn sekinî.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li karûbarê îfade dayînê dişopand ji ajansa me re axivî û nirxandinek girîng kir.    ROJÊN TAYBET NEMANE    Guven destnîşan kir ku kurda tu demê ne cejnê xwe ne jî rojên xwe taybet bi xweşî, aramî û kêfxweşî derbas kirine û wiha got: “Kurda her tim bi êş, kul û zilmê cejna xwe derbas kirine. Tevahî jiyana kurdan bi zilm û zorê derbas dibe. Ev bi meh û salan nayê ziman. Ev sed sal in li dijî kurdan zilm û zext hene. Ev zext didomin. Zextan dibe ku rengê xwe guhertibe lê zihniyet û mahkeme neguherî ne. Lê ji bo kurdan tiştek neguheriye. Ev sed salin ev feraset li dijî kurdan didome. Her çiqas navê dadgehên wan guherî bin jî lê ji bo kurdan tiştek neguheriye. Kurd di hemû dadgehan de hatin darizandin, darvekirin û cezakirin.”    ‘JI DÎROKÊ HETA ÎRO KURD ÎFADE DIDIN’    Guven da zanîn ku ev darizandin di ji dema Şêx Seîd, Seyîd Riza û Doza 49’an didome û heta roja îro tê û got: “Ji bo kurdan mirov nikare behsa hiqûqê bike. Îro cejn e. Lê bele kurd û siyasetmedarên xwe li koridora dadgehê îfade didin. Hevalên me çi kirine gelo?”    DILGEL LI BENDA BIRYARA JI BO DAYIKA XWE YE    Guven bal kişand ser rewşa endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan û wiha got: “Hevala me Gonul dayika sê zarokan e. Hevjînê wê li derveyî welat e. Zarokek wê sê sal û nîvî ye. Zarokek wê jî ji ber gurcika xwe nexweş e. Îro êvarê hevalên me lawikê wê Dilgeş anîn ku dayika xwe bibîne. Ew jî li gel me li benda biryara dadgehê ye. Ew cejna xwe pîroz nake. Cejna wî dayika wî ye.”    Guven diyar kir ku endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran jî bi salane ji bo sazkirina aştiyê têdikoşe û niha jî ew li Dadgeha Amedê tê darizandin û cejna xwe ne di nava malbata xwe de li dadgehê pêşwazî dike.    ‘KURD LI DADGEH, GIRTÎGEH Û LI SER GORISTANAN CEJNÊ PÊŞWAZÎ DIKIN’    Guven anî ziman ku ji bo kurdan hiqûqek dijminane birêve tê birin û got: “Ji bo ku kurd nebin xwedî mafên tên darizandin. Tenê sedemek heye ku em tên darizandin. Ew jî ji ber ku em kurd in. Kurd rojên herî xweş li dadgehan derbas dikin. Kurd cejna û rojên taybet li dadgeh, girtîgeh û goristanan pêşwazî dikin. Şev û rojên me li dadgehan derbas dibin. Ev 10 sal in em bi şev û roj tên darizandin. Kurd bi rûxandina gorên zarokên xwe cejnê pêşwazî dikin.”    MA / Bîlal Guldem - Aydin Atay