'Me Komkujiya 1938’an anî rojevê 2020-05-24 09:03:38   DERSÎM - Lêkolîner û Nivîskar Mesût Ozcan diyar kir ku wan bi belgefîlma “Tarîtiya Ketî Rê” polîtîkayên ji 1980’yî heta niha li dijî Elewî û Dersîmê pêk hatin nişan da û got: “Me bi vê belgefîlmê komkujiyeka 1937-1938’an anî pêş çavan.      Belgefîlma “Tarîtiya Ketî Rê” ku polîtîkayên bişaftinê yên ji darbeya 12’ê Îlonê û şunde li Dersîmê li dijî Elewiyan pêk hatin, dide nîşandan. Belgefîlma ji 6 beşa pêk tê wê Can TV biweşîne. Belgefîlm li gundên ku di sala 1980'ê yî de mizgeft lê ava kirin, hat kişandin. Di belgefîlmê de şahid serpêhatiyên xwe tînin ziman. Di beşa 6’emîn de tiştên bandor li van rojan kirine digirin dest û dê li platformên cuda biweşînin. Lêkolîner û Nivîskar Mesût Ozcan naveroka belgefîlmî nirxand.   RÊ PÎROZ E   Ozcan, diyar kir ku bi taybetî navê belgêfîlmê kirin “Tarîtiya Ketî Rê” û got: “Rê ji bo Elewiyan pîroz e. Mirov digîne heqîqetê. Her elewî girêdayî vê riyê dimeşin. Ev rêgez e. Yên li gorî vê rêgezê tevnegerin nayên qebûlkirin. Dersîmî di baweriya xwe de dibêjin ‘rêya haq, rêya ma’ Rêya heq û heqîqetê ye. Rê jiyana wan bi teşe dike baweriyê diyar dike. Berê pirsgirêkên civakî bi vê rêyê çareser dikirin."  Ozcan, da zanîn ku piştî sala 1980’yî, ketin nav hewldanên ku Elewiyên Dersîmê ji rêya wan vekin û wiha axivî: “Kiryarên wan tenê bi 12’ê Îlonê ne bi sînor in. Waliyê Dersîmê yê serdema Kenan Guven digot ‘li vê derê valahiyek heye, kes nizane ev kî ne. Li vir mizgeft û mescît tune ye. Kesek di vir de derbas bibe, dê nizanibe hûn kîne'. Pişt re zanîngehek ava kirin. Rektor jî gotinên walî dubare kir. Di sala 1983-84’ê de Turgut Ozal hat Dersîmê li Qada Seyît Riza mirov kom kiribûn û gotibû ‘xwe bi benê Xwedê ve girê bidin, heke hûn xwe girênedin wê dawiya we gelek nebaş be.’ Piştî gelek sal derbasbûn Serokê Karê Diyanetê jî li Dersîmê li Mala Cemê dibê ‘xwe bi benê Xwedê ve girê bidin.’ Weke mirovên li vê derê dijîn bê Xwedê ne, baweriya wan tune ye. Ne mirovên diyar in.”   CEMXANE WEKÎ CUMBUŞXANE BI NAV KIRIN   Ozcan, bal kişand ser nêzîkatiya Serokê Karê Diyanetê ya li dijî cemxaneyê û got: “Elewiyan xwest cemxaneyê wek îbadetxane bê naskirin. Lê qebûl nekirin. Cemxane wekî cumbuşxaneyê bi nav kirin. Diyanet wekhev nêzî mizgeft u cemxaneyê nabe. Xwestin cemxaneya bigirin. Temaşevan dê di vê belgefîlê de polîtîkayên ji sala 1980’yî heta niha li dijî elewiyên Dersimê pêk hatine bibînin."    ‘KOMKUJÎ ANÎ ROJEVÊ'    Ozcan, dest nîşan kir bi belgefîlmî mijareke weke Komkujiya 1937-1938’ê girîng anîn rojevê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hûn civakê ji baweriya wê qut bikin, hûnê ji rehê jiyanê qut bikin. Baweriya civakê jiyana civakê ye. Di salên 1937 û 1938’an de mirovên me qetilkirin, şewitandin, ji kendalan avêtin, îşkence kirin û sirgûn kirin. Lê neviyên wan ji baweriya xwe venegeriyan. Em baweriya xwe winda bikin tu tiştê me nabîne. Heta niha kes li ser vê mijarê nesekînî. Gelek şahid jî hene dema pirsa ‘hûn çûn qursên quranê? we çi kir? Kê hûn şandin? Li wê derê çi hat kirin? tê pirsîn, na axivin û bi fikar in bi axivin."     MA / Ayşe Surme-Fahrettîn Kiliç