‘Asta zilmê ya herî jore’ 2020-05-25 09:00:50   STENBOL - Birayê Abdulrahîm Koç ê yek ji kesên cenazeyên wan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin Cabbar Koç, diyar kir ku ew der, cihê ku asta zilm lê bilind bûye û got: “Hewl didin bi van kiryaran hafizeya kurdan jê bibin.”    Li bajarên herêmê, di salên dawî de êrîşên li dijî cenaze û goristanan bê navber dewam dikin. Di çarçoveya êrîşan de ji sala 2017’an ve gelek gor hatin hilweşandin û rûxandin. Di heman demê de gelek cenaze bêyî ku agahî bidin malbatên wan ji gorên wan hatin derxistin û li goristanên bêkesan ên  bajarên cuda hatin veşartin. Yek ji mînakên herî bi bandor ên van êrîşan bûyera di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û paşê hatibû hînbûn ku li Goristana Kîlyosê hatine veşartin bû.  Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin heya niha tenê 21 jê radestî malbatan hatine kirin û yên mayîn jî yanî 261 cenaze li Goristana Kîlyosê ne. Dûre derket holê ku ev cenaze jî li Goristana Kîlyosê, di bin peyarêyekê de hatine veşartin.   DERKET HOLÊ DIBIN PEYARÊYÊ DE VEŞARTINE    Cenazeyên heya demek dirêj li ATK’ê hatin rawestan, hat diyar kirin ku li Goristana Kîlyos a Stenbolê, li goristana bêkesan hatine definkirin. Lê di rojên derbas bûyî de derketibû holê ku cenaze dibin peyareyê de hatin veşartin. Ev du sal bûn dihat zanîn ku hêjmara van cenazeyan 268, lê bi rapora ATK’ê re hat zanîn ku hêjmara van cenazeyan 282 ye. Ji 282 cenazeyan tenê 21 cenaze teslîmî malbatên wan hatin kirin. 261 cenazeyên li ser hev dibin peyarêyê de hatine veşartin, teslîmî malbatên wan nayên kirin.    ÇÎROKA KOÇ    Yek ji kesên cenazeyên wan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin veşartin û ev 2 sal û nîve teslîmî malbata wî nayê kirin, cenazeyê Abdulrahîm Koç ê PKK’iye. Koç, di sala 1994’an de li navçeya Tetwan a Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Gundiyên herêmê yên cenazeyê Koç dibînin, bi derfetên xwe defin dikin. Malbata Koç a heya demek dirêj agahî ji kurê xwe nagire, di sala 1995’an de agahiya mirina kurê xwe digirin. Her çiqasê malbat bixwaze cenazeyê kurê xwe bibîne jî, ji ber şert û mercên wê demê nikare vê derfetê bi dest bixe.    HEVDÎTINA PIŞTÎ BI SALAN    Malbat di dema pêvajoya çareseriyê de, cenazeyê kurê xwe Koç ji cihê lê hatibû definkirin derdixe û li goristana Xerzanê defin dike. Malbata Koç a ji sala 1994’an ve gora kurê xwe nabîne, di sala 2015’an de yekemîn car, li Goristana Xerzanê gora kurê xwe Abdulrahîm Koç ziyaret dike.   Birayê Koç Cebbar Koç, diyar kir ku ne pêkane wan rojan bi gotinan pênase bike û anî ziman ku roja wan dît birayê wan hat defin kirin, weke ku nû gehiştibin hev xwe hîs kirin.    MALBATA LI BENDA BERSIVÊ YE    Cenazeyê Abdulrahîm Koç piştî 3 salan li Goristina Xerzanê dimîne, bi dest pêkirina pevçûnan re di sala 2017’an de, ji aliyê leşkeran ve ji gorê tê derxistin û dişînin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji wir jî li Goristana Kîlyos li goristana bêkesan tê definkirin. Malbata Koç çawan ku rûxandina Goristana Xerzanê dibihîse, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dide, mînaka xwîn dide û daxwaza cenazeyê kurê xwe dike. Ji ber ku dayika Koç emrê xwedê kiriye û bavê wî jî extiyare nikare biçe testa xwînê bide, malbata Koç a li Stenbolê rûdine, daxwazname da ku mîna xwînê ya bavê wan bêgirtin. Lê heya niha bi tu awayî bersiv ji daxwaza malbatê nehatiye dayîn.    BI VÊ DIXWAZIN HAFIZEYA GELÊ KURD JÊ BIBIN    Birayê Koç Cabbar Koç, diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin hafizeya gelê kurd jê bibin û wiha axivî: “Lê bila baş bê zanîn ku ev hafize wê tu carî neyê jê birin. Goristan ji bo kurdan pîrozin. Her ku em li wan goran mêze dikin, zilma li me hatiye kirin tê bîra me. Gorên me di heman demê de kokên me jî tînin bîra me. Cenazeyên me li ku derê dibin bila bibin, em wan deran veguherînin, cih û mekanên herî pîroz.”   'TU FERQA WAN JI HÎTLER TUNEYE’   Koç, dest nîşan kir ku tabloya li Kîlyosê, “şerma” dewletê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê vê şermê di her fersendê de li rûyê wan bixin. 261 cenaze li ser hev veşartine. Ew der goreke komiye. Ne pêkane ku em vê zilmê ji bîr bikin. Êdî gotin qediyaye. Li hemberî hovitiyek wiha, mirov nizane çi bêje. Tu ferqa wan ji Hîtler tuneye. Heman hişmendiyê dijîn. Goristan hilweşandin û cenaze revandin, asta zilmê ya herî jore.”    MA / Erdogan Alayumat