Dayika Gezen: Ji bo azadiya gel lawê min çalakî pêk anî 2020-05-26 09:01:23 AMED - Havva Gezen a kurê wê Zulkuf ê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, diyar kir ku lawê wê ji bo ku gel azad bijî çalakî pêk anî û got: “Girtiyan ji bo ziman, maf û serokê xwe, dest bi greva bircîbûnê kirin. Bi gotina ‘heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ biryara xwe anîn ziman”   Piştî di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi hezaran girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin des bi greva birçîbûnê kirin, di 2'ê Gulana 2019'an de parêzer çûn Îmraliyê û di 26'ê Gulana 2019'an de li ser banga Ocalan, piştî çalakiya 200 rojan, bi hezaran girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin. Di çalakiya greva bircîbûnê de 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîbûn û tecrîd şermezar kiribûn. Di ser çalakiyên girtîgehan re salek derbas bû. Yek ji çalakgerên li zindanê dawî li jiyana xwe anî jî Zulkuf Gezen ê 33 salî bû. Gezen di 17’ê Adara 2019’an de li Girtîgeha Hejmara 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dawî li jiyana xwe anî bû. Havva Gezen a kurê wê Zulkuf Gezen xwe feda kir, di 1'emîn salvegera çalakiya grevê de axivî.    ‘HÊJ 18 SALÎ BÛ GIRTIN'   Dayik Havva Gezen, qala têkoşîna lawe xwe kir û wiha axivî: “Di 2007’an de beşdarî xebatên partiyê bû. Ji heval, hogir û cîranên xwe re pir baş bû. Hêj 18 salî bû ew girtin. Li Girtîgeha Amedê ji me re digot ‘hûn li malê çi disekinin? Hûn çima tev lî tevgerê nabin?’ Ji hevalên xwe hez dikir dixwest barê wan hilgire. Pişt re ji Girtîgeha Amedê birin Girtîgeha Gîresûnê û ji wir jî birin Enqereyê. Dûre birin Tekîrdagê. Zehmetiya Tekîrdagê ji her derê zêdetir bû.”   ‘EM BI ŞEHADETA KURÊ XWE BETIR GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNÊ BÛN’   Gezen, bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got: “Zextên li ser girtîgehan pir zêde ne. Lê çi bikin bila bikin em dest ji doza xwe bernedin. Em ê heta dawî doza wan bişopînin. Em bi şehadeta lawê xwe re zêdetir bi têkoşînê ve hatin girêdan. Em ê têkoşîna wan bidomînin. Girtiyan ji bo parastina mafê xwe dest bi grevê kirin. Ji bo doza ziman, maf û serokê xwe dest bi çalakiyê kirin. Gotin ‘heya em sax bin em ê li pey serokê xwe bin.’ Lawê min ji bo azadiya gel çalakî pêk anî. Em pê serbilind in. Bi hezaran mirovên wekî wî hene.”   ‘DIVÊ GEL LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBE YEK'     Gezen, destnîşan kir ku ji bo ku tecrîdkirina Ocalan bi dawi divê gel bibe yek û got: “Divê em destê xwe bidin hev û Serokê xwe ji wir azad bikin. Heyfe êdî. Ciwanên me dikevin axa sar. Divê tişta ji destê me bê em bikin. Em li girtî û şehîdên xwe xwedî derkevin û bibin yek, da ku mafê xwe bistînin."    Gezen, bal kişand ser hevdîtinên ku bi Ocalan re û wiha bi dawî kir: “Dema hevdîtin bi Serok re tên kirin em xwe bêtir azad his dikin. Em dixwazin her tem bi Serok re hevdîtin bên kirin."    8 CIWANÊN KURD XWE FEDA KIRIBÛN   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de ji bo Azadiya  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Zindana Amedê dest bi çalakiyê kiribû. Piştre zêdeyî 300 hezar girtiyên siyasî tev li çalakiyê bûbûn. Çalakî di roja 200'an de bi banga Ocalan bi dawî bibû. Di çalakiya greva birçîbûnê de Ûgûr Şakar li bajarê Krefeldê yê Almanyayê di 20'ê Sibatê de li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi heman armancê; Zulkuf Gezen ê 33 salî di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet a 24 salî di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam a 23 salî di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltû de, Medya Çinar a 24 salî di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anibûn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Sîraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Osmaniyeyê û Mahsûm Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dabûn.   MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme