Neviyê Şêx Seîd: Em dagirkeran nas bikin û zilmê qebûl nekin 2020-05-26 09:07:18 AMED - Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, bertek nîşani êrîşên li dijî gor  û goristanan da û xwest tu kes vê zilê qebûl nekin û li her kes li goristanan xwedî derkevin. Firat, xwest her kes li dijî êrîşan li berxwe bidin û ji zilmê dersê derxin û wiha got: "Divê em dagirkerên axa xwe nas bikin û zilma wan tu carî qebûl nekin."    Esker û polîs êdî aşkere û di nava rojê de gorên zarokên kurdan xera dikin, dişkînin. Hin caran jî zorê li malbadan dikin ku bi destê xwe gorên zarokên xwe xera bikin. Esker û polîsan heta niha li Erdîşa Wanê, Gevera Colemêrgê, Farqîna Amede, Gimgima Mûşê, Çewlîk û Hezexa Şirnexê gorên endamên PKK'ê şikandin. Herî dawî êrîşî Goristana Gundê Sîsê kirin û gelek gorên endamên PKK'ê xera kirin. Li Gundê Şemsê yê Navçeya Heskîfa Êlihê jî Tirba Şêx Îbrahim xera kirin. Tekildarî êrîşên li dijî gor û goristanan Serokê Komeleya Şêx Sêîd û Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    ‘DIVÊ EM DAGIRKERAN NAS BIKIN'    Firat, diyar kir ku definkirin, kefenkirin û veşartina cenaze li ser misilmanan wacib e û wiha got: “Dema mirovek mir ol, mezheb û nasnameya wî çi bibe bila bibe wacibe ku wî mirovî kefen bikin, defin bikin û gora wî biparêzin. Ev nêrîneke îslamî ye. Lê divê em dagirkeran nasbikin. Kî ne û heta niha çi kirî ne? Tu dinêrî di dirokê de Cengîzhan, Tîmûrlengê wan û bi tevahî Osmaniyan, ku her dagirkirine çand û temamê nirxên ku mirov bibîrtîne îmha kirine. Divê mirov van bizane. Kemalîzm jî heman pergalê didomîne. Di dîroka tirkan de ev tişt her tim hebûne. Ev hovîtî ye. Ermenî kuştin û çiqas tirb, îşaret û xaçên wan hebûn hemû ji holê rakirin. Li ser goristanan xanî ava kirin. Di dîroka tirkan de ev tişt nehatiye guhertin. Hezar sal berê çi bûn niha jî ewi in. Em êrîşan lanet dikin.”   ‘DIVÊ MALBAT SERÎ NETEWÎNIN'    Firat, bal kişand zilma ku esker û polîs li malbatan jî dike û wiha axivî: “Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Qebeheteke mezin e. Ew malbatên ku esker li wan ferz dike ku bi destê xwe gorên zarokên xwe bişkînin divê tu carî vê yekê qebûl nekin. Kemasiye, ku biçin gora xwe bi destê xwe hilweşînin. Raste malbatan ditirsînin û gefan dixwin. Lê divê malbat li ber xwe bidin. Bi sedan sal in li  Kurdistanê zilm heye. Divê em ji vê zilmê ders derxînin. Goristanên me di hilweşînin. Berhem, çand û diroka Kurdan talan û wêran dikin û di bin avê de difetisînin."    'PARTIYÊN KURDAN JÎ GUNEHKAR IN'    Firat, sekna partiyên Kurdan a li dijî êrîşan jî rexne kir û got: "Partiyên kurdan li dijî vê yekê gunehkar in. Ji ber ku berjewendiyên xwe yên şexsî li pêş berjewendiyên gel digirin û yekitiyê pêk naînin. Divê partiyên Kurdan berî her tiştî nirxên gel biparêzin û Yekîtiyê ava bikin."    ‘GORAN BIPARÊZIN’   Firat, xwest partî û malbat li dijî êrîşa goran biparêzin û li goran xwedî derkevin û got: “Bi çi şeklî bibe bila bibe divê malbat li berxwe bidin. Pişta xwe nedin nirxên me. Pergal ditirse. Dibêje ‘heke ez gor û goristanên wan ji holê ranekim sibê du sibe wê bikeve bîra zarokên wan û nebêjin ev mirov ji bona vê tiştê hatin şehîd kirin.’ Divê em li dijî van êrîşan û zilmê li ber xwe bidin. Wan ji bo me canê xwe da em jî gorên wan biparêzin. Me ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serlêdan kirin. Lê cihê gorên me ji mere nabêjin û nadin me. Me nêzî 10-15 saziyên sivîl ên Amedê civîn çêkir ku ji bo gorên Şêx Seîd û hevalên wî serî lêbidin. Lê pêvajoya şewba Virûsê ket navberê. Ew nirxên gel in û emê lê xwedî derkevin. Nediyarbûna gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî hovîtî ye. Di dîrokê de cihê wê tune. Divê em xet û doza wan biparêzin."    ‘YEKÎTIYEK BI RÛMET AVA BIKIN'   Firat, herî dawî nêzîkatiya 261 cenazeyên ku li Goristana Kilyosê jî bi tundî rexne kir û wiha got: “Divê em vê yekê qebûl nekin. Ev zilm û heqareta herî mezin e. Em vê yekê bi hemû cîhanê re parve bikin. Bi sedan sal in me dikujin. Em êdî dersê ji dirokê derxin. Em îtîfakeqek bi rûmet ava bikin. Êdî wisa naçe. Bila malbat li cenazeyên zarokên xwe û hestiyên xwe xwedî derkevin. Divê destûr nedin cenazeyên wan di bin rêyan û peyarêyan de bi komî bê definkirin. Ev ji cenazeyên kurdan ditirsin. Ji kesên dibin pêşeng û xetekê li pey xwe dihêlin ditirsin. Divê Kurd yekîtiyek bi rûmet ava bikin."    MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme