Mismarî: Erdogan dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin 2020-05-27 17:01:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî bal kişand ser siyaseta Tirkiye ya li dijî Lîbyayê û diyar kir ku Erdogan bi anîna kesên ji Sûriyeyê ji bo Lîbyayê dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin.   Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî  ji ajansa El Erebiye re axivî behsa siyaseta  Tirkiyeyê ya têkildarî Lîbyayê kir. Mismarî wiha got: “Hinek kesên ji Sûriyeyê ji ber siyaseta kuştinê ya dewleta Tirk li Lîbyayê şer dikin. Destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Lîbyayê metirsiyê çêdike. Divê welatên Ereb li hember vê hişyar bin û li dijî Erdogan bisekinin.”   Mismarî, destnîşan kir ku Serokkomar Erdogan ji bilî çeteyan 2 hezar leşkerên xwe jî şandine Lîbyayê û wiha axivî: “Niha desthilatdariya Qeter ji bo baregeha Wetiye ya dewleta Tirk pêwîstiyan dabîn dike. Lê artêşa Lîbya dikare li hember destwerdana dewleta Tirk bisekine.” Mismarî herî dawî daxwaz ji welatên Ereb kir ku li hember destwerdana dewleta Tirk hişyar bin û got, “Erdogan rola ‘Ereban bi Ereban bide kuştin’ li Lîbyayê bi rê ve dibe.”