ROJEVA 28'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-28 09:00:29 * Serokomar Erdogan ji bo berxwedana Geziyê gotibû "Çek li polîsan teqandin." Parêzer Can Atalay ku di Doza Geziyê de tê darizandin bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got, 7 sal derbas bûne hê jî îqtidar ji Geziyê ditirse.  * Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, ji bo sûcên bê tên tawanbarkirin gotin: "Sûcê esil veşartina rastiyan e."    * Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) ku di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ne, gelek nexweşînên wan hene lê dîsa jî nayên berdan. Parêzer Hîdayet Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    * Şîrketên ku Santrala Akkûyûyê çêdikin di 23'yê Nîsanê de pêşbaziya resman lidarxistibûn. Di paêşbaziyê de resmê ku behsa xwezayê dike xelat wergirt. Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, anî ziman ku di ser zarokan re santral tê rewakirin.    * Li Qilebanê dêra asûriyên ku 95 sal berê bi darê zorê hatine koçberkirin bê kes û kûs maye. Dêra navbirî demekê wekî xanî û axur hatiye bikaranîn, lê belê niha ji çopan xalî nabe.    * Songul Îlker, dayika Ekîm Polat ê ku di Girtîgeha Akhîsarê de ye, anî ziman ku nexweşîna KOAH'ê û dil bi kurê wê re heye û salek e tedawiya wî tê astengkirin. Dayik Îlker, xwest heyeteke serbixwe biçe girtîgehê.    * Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz, binpêkirinên mafan ên di dema şewba coronayê de zêde bûne nirxandin û got, der barê şideta polîsan de lêpirsînên edlî nehatine destpêkirin.    * Nêzî 100 kesên ku piraniya wan ciwan in, piştî şewba vîrûsa coronayê belav bû berê xwe dan gundên xwe û dest bi çandinî û sewalvaniyê kirin.    * Endama MEBYA-DER’ê Hanim Altindag, anî ziman ku ew ê der barê êrîşa li ser goristana li gundê Sîsê gilî bikin û got: “Bila hemû malbat xwedî li gorên xwe derkevin, gilî bikin. Bêdengmayîna li dijî vê hovîtiyê nerast e."    *  Endama Tora Parastina Jinê Buse Uçer, bal kişand ser guhertina "Efûya bi rêya zewacî" û wiha got: "Jin ji sala 2016'an heta niha li dijî vê guhertinê têdikoşin. Em bang li AKP'ê dikin têkoşîna me tu carî nehat rawestandin û dê her bidome."   * Nivîskar Celal Temel, diyar kir ku li Rojhilata Navîn heta ku kurd yekitiya xwe pêk neynin şansê wan ê statuyek bi dest bixin tuneye û ev tişt got: “Ji bo mirov çiqas hewa û ava pêwîst be, ji bo kurdan ku li Rojhilata Navîn bê statu hatine hiştin jî yekitiye neteweyî ewqas pêwîst e.”