Can Atalay: Îqtidar hê jî ji Geziyê ditirse 2020-05-28 09:00:53 STENBOL - Serokomar Erdogan ji bo berxwedana Geziyê gotibû "Çek li polîsan teqandin." Parêzer Can Atalay ku di Doza Geziyê de tê darizandin bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got, 7 sal derbas bûne hê jî îqtidar ji Geziyê ditirse.  Di ser berxwedana Geziyê re 7 sal derbas bûn. Di dema berxwedanê de ji ber şideta polîsan 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan kes birîndar bûbûn û bi dehan kes jî hatibûn binçavkirin û girtin. Her wiha hefteya borî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cardin der barê berxwedana Geziyê de axivî û di axaftina xwe de gotibû "Li Geziyê çek li polîsan teqandin."    Parêzer Can Atalay ku di Doza Geziyê de tê darizandin bertek nîşanî gotinên Erdogan da û got, cardin berxwedana Geziyê hedef tê nîşandan.    Atalay, anî ziman ku Gezî hêviya wekhevî, azadî û edaletê ya vê axê ye û got: "Geziyê delîleke berbiçav e ku mirovên li rojavayê vê axê jî dikarin xwedî li çarenûsa xwe derkevin."    Atalay, ji bo gotinên Serokomar Erdogan jî got: "Min îdianameyên der barê berxwedana Geziyê de hemûyan xwend. Ne şaş bim min hemû biryarên hatine girtin jî xwendin. Tiştekî wiha tuneye. Di îdianame û biryaran de ji bo vê gotinek jî tuneye. Dev ji gotinê berdin, nîşaneyek jî tuneye. Çima gotinên wisa dûr rastiyê dibêjin? Ez gotina xwe ya gava din dubare dikim; Gezî, hêviya wekhevî, azadî û edaletê ya vê axê ye. Ên ji wekhevî, azadî û edaletê ditirsin, 7 sal di ser Geziyê re derbas bûne hê jî jê ditirsin."    Her wiha Atalay bal kişand ser çalakiyên ku dê ji bo salvegera Geziyê bên lidarxistin jî û got, wê ji bo tenduristiyê tevdîr bên girtin û wê hem li kuçeyan hem jî li ser medyaya civakiyî a xwe bêjin.    Herî dawî Atalay got: "Wê tarîtî ji vê axê biçe, wê Gezî û hêviya ji bo wekhevî, azadî û edaletê bimîne. Wê tarîtî biçe, wê berxwedêr bimînin."    MA / Sadiye Eser