Rojnamevanên girtî: Sûcê esil veşartina rastiyan e 2020-05-28 09:02:35 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, ji bo sûcên bê tên tawanbarkirin gotin: "Sûcê esil veşartina rastiyan e."    6 jê girtî 8 rojnamevan ji ber nûçeyên xwe yên der barê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan tên darizandin. Danişîna ewil a rojnamevanan wê di 24'ê Hezîranê de pêk bê. Lê belê di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê jî ew qebûl kiribû de, rojnamevan bi "aşkerekirina agahiyên dewletê yên divê veşarî bimînin" û "aşkerekirina agahî û belgeyên fealiyetên îstixbaratî" tên sûcdarkirin û di îdianameyê de tê xwestin ku ji 8 salan heya 17 salan bên cezakirin.    Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser ku di Girtîgeha Jimare 9 a Tîpa F a Sîlîvriyê de ne, tiştên pê tên sûcdarkirin û îdianameya hatiye amadekirin nirxandin.    ÇELÎK: EM Ê TIM BIDIN PÊYÎ HEQÎQETÊ    Ferhat Çelîk, diyar kir ku tu hêleke hiqûqê ya îdianameyê tuneye û got, bi vê îdianameyê re careke din pîşeya rojnamevantiyê hatiye darizandin. Çelîk, anî ziman ku di dema lêpirsînê de ji wan hatiye pirsîn ku "Çima we ev nûçe çêkirine" û got, nûçeçêkirin wekî sûc hatiye ehsibandin. Çelîk, destnîşan kir ku nûçeyên di rojnameya wan de derketine çavkaniyên wan dane û got: "Nûçeya me ji xwe her tiştî vedibêje. Lê ev dewlet dibêje 'Ez ê bikim, lê hûn nikarin binivîsînin.' Lê divê ev neyê jibîrkirin sûcê esil veşartina rastiyan e ji gel."    Çelîk, destnîşan kir ku Tirkiye di warê azadiya fikr û ramanê de di polê de maye û got: "Li dijî van êrîşên li ser mafê nûçewergirtinê, tim û tim ên li ber xwe didin hene. Me jî mîrateya Apê Mûsa dewr girtiye û hewl didin heqîqetê bigihînin gel. Çi dibe bila bibe em ê tim û tim bidin pêyî heqîqetê."    Her wiha Çelîk bi boneya salvegera berxwedana Parka Geziyê jî got: "Berxwedana Geziyê, bi qasî ku xweza û jiyanê parast, di heman demê de îspata azadî, wekhevî û edaletê bû jî. Divê em ruhê Geziyê bibîr bînin û xwedî lê derkevin."    KESER: ME ROJNAMEVANTÎ KIR   Aydin Keser jî anî ziman ku cîhan li dijî şewbê têdikoşe, lê belê li Tirkiyeyê îqtidar jî bi zext û zoriyan bi ser rojnamevanan de diçe. Keser, got: "Li gor dilê xwe bi mêzêna edaletê dilîzin. Zimanê nefretê bilind dikin. Lê ev ne tiştekî nû ye. Her wiha têkoşîna me ya li dijî van pêkanînan jî ne nû ye. Wekî berxwedana Geziyê, em ê îro jî li dijî bêedaletî, neheqiya li azadî û xwezayê dev ji nivîsandina rastiyan bernedin."    Keser ji bo tiştên pê tên tawanbarkirin jî got, wan tenê "rojanmevantî" kiriye.    MA / Sadiye Eser