Girtiyê nexweş salek e bi tena serê xwe di odeyekê de ye 2020-05-28 09:23:02 STENBOL - Songul Îlker, dayika Ekîm Polat ê ku di Girtîgeha Akhîsarê de ye, anî ziman ku nexweşîna KOAH'ê û dil bi kurê wê re heye û salek e tedawiya wî tê astengkirin. Dayik Îlker, xwest heyeteke serbixwe biçe girtîgehê.  Ekîm Polat, di sala 2016'an de li Stenbolê hatiye girtin û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku Polat ê ku niha di Girtîgeha Akhîsarê de ye rewşa tenduristiya wî qet nebaş e. Nexweşîna KOAH û dil bi polat re heyeû salek e bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne. Piştî şewba coronayê belav bûye malbata wî ji bo berdana wî serî li Wezareta Dadê daye lê belê serlêdana malbatê hatiye redkirin.   Dayika wî Songul Îlker, anî ziman ku heya kurê wê nehatibû girtin tu nexweşînên wî tunebûne.    NAYÊ TEDAWÎKIRIN    Dayik Îlker, bilêv kir ku hin derman hene divê kurê wê bi awayekî rêk û pêk bi kar bîne û got, divê ji bo KOAH'ê bê tedawîkirin û ji bo hormona hîpotezê hin derzî lê kevin, lê belê salek ev nayên kirin. Îlker, diyar kir ku kurê wê naşînin nexweşxaneyê jî û got, piştî şewb belav bûye fikarên wan zêdetir bûne.    Dayik Îlker, destnîşan kir ku li Girtîgeha Akhîsarê li dijî şewba coronayê tu tevdîr nayên girtin û got: "Kurê min got, maske û lepik nedane wan. Ji xwe re bi kîsikan lepik çêkiriye. Ji xwe tiştên li derve bi 3-5 lîreyan tên firotin li girtîgehê bi 15 lîreyan tên firotin. Ji ber ku personelên girtîgehê diçin derve û tên îhitmala ku vîrûs belav bibe zêde ye. Girtîgeha Sîlîvriyê li ber çava ye. Pêşî gotin vîrûs tuneye, lê paşê derket holê ku gelek kes pê ketine."    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN'    Dayik Îlker, xwest ji bo kurê wê heyeteke serbixwe biçe girtîgehê û got, divê girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hemû bên berdan.    MA / Tolga Guney