Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin 2020-05-28 09:23:32 ÊLIH - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Devran Yildiz, binpêkirinên mafan ên di dema şewba coronayê de zêde bûne nirxandin û got, der barê şideta polîsan de lêpirsînên edlî nehatine destpêkirin.    Di dema şewba coronayê de bi taybetî li bajarên herêmê binpêkirinên mafan zêde bûne. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz, binpêkirinên mafan û tayinkirina qeyûman nirxand.    Yildiz, anî ziman ku di dema pêvajoya pandemiyê de jî xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd dewam kiriye û got, ev rewşeke antîdemokratîk e. Yildiz, diyar kir ku divê ji bo mafê bijartin û hilbijartinê rêzgirî hebe û got, demildest divê qeyûm ji peywirê bên girtin û hevşaredarên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe.    Yildiz, anî ziman ku li gor rojavayê welêt li herêmê binpêkirina mafan zêdetir e û got, divê hiqûqê bi awayekî wekhev pêk bê. Yildiz, bal kişand ser şideta polîsan ku di demên dawî de zêdetir bûye û got: "Bûyerek diqewime, lê car heye çend roj şûnde em pê dihesin. Li Êlihê bûyereke şidetê çêbû, lê 5 roj şûnde daxuyanî hat dayîn. An jî li Nisêbînê zarokek bi şidetê re rû bi rû dimînin, lê piştî dîmen derdikevin holê hîn wê çaxê hayê her kesî jê çêdibe. Îjar ew dîmen tunebûna? Der barê vana de daxuyanî tên dayîn, tê gotin lêpirsîn û lêkolîn tên kirin. Lê çima der barê wan de lêpirsîneke edlî nayê destpêkirin? Ligel lêpirsîna edlî, beramberiyeke hiqûqî ya vê şidetê jî heye. Divê vê biçine dliyeyan jî. Heger ev neyên kirin, daxuyaniyên tên kirin tenê ji bo kêmkirina berteka civakiyî ne nexwe. Heger erkeke hiqûqî hebûna wê ev neqewimiyana. Divê lêpirsîn û lêkolîn bi awayekî zelal û aşkere bên kirin. Pirsgirêka sereke ji ber nebûna demokrasiyê ye. Pêvajoya pandemiyê jî nîşan da ku demildest pêdivî bi demokrasiyê heye."