Wê giliyê kesên goran xera dikin bikin 2020-05-28 09:25:21 AMED - Endama MEBYA-DER’ê Hanim Altindag, anî ziman ku ew ê der barê êrîşa li ser goristana li gundê Sîsê gilî bikin û got: “Bila hemû malbat xwedî li gorên xwe derkevin, gilî bikin. Bêdengmayîna li dijî vê hovîtiyê nerast e."  Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê ya Amedê cara 3’yemîn e ku tê texrîbkirin. Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin wê gilî bikin. Yek ji kesên ku gora wî hatibû texrîbkirin jî Osman Altindag (Kendal Amed) ê PKK’yî bû ku di 11’ê Adara 1999’an de jiyana xwe ji dest dabû û di sala 2013’an de li Goristana Gundê Sîsê ya navçeya Licê hatibû definkirin. Xwîşka wî Endama Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Hanim Altindag der barê êrîşa Goristana Gundê Sîsê de axivî.   ‘EV PÊKANÎNEKE LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Altindag, diyar kir ku êrîşên li goristanan tên kirin hovîtiyek e ku li tu derê cîhanê nayê dîtin û got: “Dema mirov li hiqûq û dînên dinyayê dinere, dibîne ku ev tişt li derekê jî nehatine kirin. Netew, ziman û dînê mirovan çi bibe bila bibe, dema mirov jiyana xwe ji dest da divê ancax tu rêzê ji wî cenazeyî re bigirî. Ev êrîşên wiha bandorê li me malbatan dike. Di her êrîşê de wekî careke din hatî qetilkirin em hîs dikin. Ev yek bandorê li derûniya me dike û em ne rihet in. Ev pêkanîneke li dijî mirovahiyê ye. Ne tenê Goristana Sîsê, li her derê ev wisa ye. Dayik rojên erefê dixwazin biçin ser gorên xwe, kêlên goran hembêz bikin, derdên xwe bêjin. Ev dilxweşiyeke ji bo dayikan. Lê vê dilxweşiyê tehemûl nakin, ji bo dayikan." , ‘LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN GOTIN NEMAYE’   Altindag, da zanîn ku dayika wê heta roja jiyana xwe ji dest da jî behsa birayê wê dikir û got: “Dayika min pençeşêr pê re hebû. Di nav ciha de bû. Di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Dayika min di her roja erefê de dema ez diçûm ser goristanê dipirsî ‘te lawê min hemêz kir? Gora wî çawa bû? Kulîlkên gorê şîn bûne?’ Lê min nedikarî bêjim dayika xwe êrîşî goristanan kirine kêl şikandine. Ji bo ku dayika min xemgîn nebe min jê re nedigot. Li ser êrîşa dawî mirov dikare gelek tiştan bêje lê hest carna destûr nadin. Me xwe gelek nebaş hîs kir. Min ji xwe re got ‘li dijî van êrîşan gotin nemaye.’ Carna jî li dijî vê wehşetê mirov diqerise. Dixwazî gelek tiştan bêjî, lê nikarî bêjî. Ez di hundirê xwe de giriyam. Kêla gorekê min hebû belkû roja erefê ez çûbûma hembêz kiriba, an li cem rûniştibûma derdê xwe jê re gotibûya. Belkî zarokatiya xwe min jê re vegota. Em bi hev re mezin bûn. Van êrîşan bandoreke mezin li min kir.”    ‘GOR XERABKIRIN ÎŞKENCEKIRINA MALBATA NE’   Altindag, anî ziman ku cejna ewil e ku nikarî biçe ser gora birayê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min vê cejnê nikarî biçim ser gora birayê xwe, pê re biaxivim, destê xwe li kêla wî bidim. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Ez vê rewşê çawa vebêjim nizanim di hundirê xwe de dijîm. Nizanim çawa bînim ziman.”    Altindag, destnîşan kir ku êrîşkirina goristanan û bi destê malbatan gor xerabkirin îşkencekirin e û got: “Di şeran de jî mirov tên definkirin lê niha hestî ji gora tên derxistin û di bin pêyarêyan de tên definkirin. Ev jî rêgezekeşer e. Li dijî malbatan şerê psîkolojîk didin meşandin. Miriyê her kesê jê re nirx e.”   ‘MALBAT BILA SERLÊDANA SÛC BIKIN’   Altindag, bilêv kir ku wê ji bo hilweşandina goristanan serlêdana sûc bikin û got: “Me serî li OHD’ê da ew dê gilî bikin. Malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dayî bila her kes xwedî li gora xwe derkeve, gilî bike. Bêdengmayîna li dijî vê hovîtiyê nerast e. Divê mirov ji vê hovîtiyê re bêje bes e.”   MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme