Fîncanci: Definkirina cenazeyan a li peyarêyê sûcê îşkenceyê ye 2020-05-28 09:27:00 STENBOL - Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku derxistina 280 cenazeyên ji Goristana Xerzanê û definkirina cenazeyan a li peyarêya li Goristana Kilyosê ya Stenbolê sûcê îşkenceyê ye.  Eskeran di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 cenaze bi fermana dozgerê komarê yê Tetwanê, ji Goristana Xerzanê ya Oleka Jorîn derxistin. Eskeran bêyî agahiya malbatan bidin cenaze biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî cenaze derxistin 13 roj şûnde di 2'ê Çileya 2018'an de malbat û raya giştî agahdar kirin. Li gorî agahiyên çapemeniyê cenaze heta demekê li Saziya Tipa Edlî hatine rawestandin û piştre li Goristana Kilyosê li ser peyarê hatine definkirin. Li peyarêyê ji bo 18 goran qat hatiye kolandin. Li vê qadê ji 1’ê heta 18'an hatiye nûmarekirin û 261 cenaze li ser hev hatine definkirin. Li nêzî peyarêya ku ji bo cenzayan hatiye kolandin berê xebatên kanalizasyonê hatibûn kirin. Devê boriyan hatiye vekirin û derdor di nava pîsîyê de maye. Tevî ku 2.5 sal derbas bû hêj piraniya malbatan cenazeyên zarokên xwe negirtine. Heta niha tenê 21 cenaze teslîmî malbatan kirine û hêj 261 cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin.    SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE   Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku derxistina 280 cenazeyên ji Goristana Xerzanê û definkirina cenazeyan a li peyarêya li Goristana Kilyosê ya Stenbolê sûcê îşkenceyê ye. Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, anî ziman ku gor ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bên bibîranîn, şîn bê girtin û pergalek bi tenduristî hiş û bîr a mirov e û wih got: "Lê mixabin li Tirkiyeyê mirî jî wekî zindiyan rastî cudakariyê tên. Kesên jiyana xwe ji dest didin jî ji ber nasnameya xwe rastî cudatiyê tên. Êrîşên li dijî cenaze û goristanan, di rastiya xwe de êrîşa li dijî malbat û xwediyên cenaze û goristanan e."      Prof. Fincanci, destnîşan kir ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin tev ne bê nasname ne û wiha got: "Em berê dizanin ku piştî nasnameya wan hatin tespîtkirin hatin definkirin. Hemû gor vekirine û nêzî 3 salin hêj cenaze neodane malbatan. Bêyî nasnameyên wan diyar bikin defin kirin. Bi vê yekê êşê dide xizmên wan. Ji ber vê yekê ev sûcê îşkenceyê ye.    'DIVÊ TESTA DNA MEHEK DERBAS NEKE   Fincanci, li ser nediyarkirina testa DNA û definkirina cenazeyan a Peyarêya Kilyosê jî rawestiya û wiha got: "Di şertên asayî de divê di nava mehekê de encama testa DNA diyar bibe. Çiqas kar zêde be jî divê ew qas neyê dereng hiştin. Ger ku test dereng diyar bibe jî divê heta ku diyar bibe cenaze û mînak heta teslîmî malbatan bikin bi awayekî guncav bên parastin. Divê bê zanîn ku li ku defin kirine. Divê numarakirina ku diyarkirina nasnameyan hêsan bike bê kirin. Berpirsiyarê definkirina cenazeyan raste rast midûriyeta goristanan e. Êrîşên li dijî goristanan û definkirina cenazeyan a li peyarêyan îhlala mafên mirovan û sûcê îşkenceyê ye. "    MA / Erdogan Alayumat