Ji bo 3 girtiyên berasteng ên di heman qawîşê de dimîn in bang 2020-05-28 10:02:30 AMED - Malbatên 3 girtiyên berasteng ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dimînin bang kirin û gotin: “Ligel ku rapora zarokên me yên ‘Nikarin di girtîgehê de’ bimînin hene jî nayin berdan. Zarokên me nikarin jiyana xwe di girtîgehê bidomînin. Zoriyan dikêşin. Divê tavilê bên berdan.” Serdal Yildirim ê 27 salî, Abdullah Tûran ê 33 Salî û Engîn Aktaş ê 32 salî yên li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê di heman qawîşê de dimînin, ligel ku rapora wan a Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî, nayin berdan. Serdar Yildirim berî bikeve girtîgehê qezaya tratîkê derbas dike û ji sedî 98 astengdar dibe. Abdullah Tûran ji stûyê xwe heya piyê xwe bi felçe. Egîn Aktaş jî, her du milîn wî tuneye û nexweşiya weremê pêre heye. Ev her sê girtiyên berasteng bi îdîaya “guman wê birevin” nayin berdan. Malbatên, her heftê hevdîtina telefonê bi zarokên xwe re dikin û derbarê jiyana zarokên xwe de bi fikarin, li dijî vê rewşê bi bertekin.   DARAZ DIBIN FERMANA POLÎSAN DEYE   Birayê Serdal ê girtî Sedat Yildirim, diyar kir ku birayê wî di encama îxbarek nerast de hat girtin û wiha  axivî: “Ji bo birayê xwe mi serî li gelek sazî û dezgehan da, lê hemû jî li ser rûyê  min hatin girtin. Kesên darbarê birayê min de ifade dabûn, îfadeyên xwe paşve kişandin. Dîsa rapora ATK’ê ya birayê min heye. Ligel van hemûyan jî nêrîna Midûriyeta Polîsan a ‘ji bo civakê talûkeye’ esas digirin û birayê  min bernadin. Gire mezinên dozger û dadger li gorî gotinên polîsekê tevdigerin. Dozger û dadgehên cezayên giran dibin fermana polîsan dene. Dema ku girtî siyasîbin, pêwîst nabînin li naveroka dosyayê jî mêze bikin.”    ‘JI BO WAN MIRINÊ REWA DIBÎN IN’   Yildirim, dest nîşan kir ku ger birayê wî jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyarê wî dewlete û wiha got: “Vê rewşê asta hiqûqê derbas kiriye. Ev helwesteke kîn girtinê ye. Birayê min bi du hevalên xwe re di heman qawîşê dimînin. Ew û her du hevalên xwe nikarin kar û barên xwe bi cih bînin. Pêdiviyên xwe yên tûwaletê, xwarin û vexwarinê nikarin bi cih bînin. Bi pêkanînên serdema 12’ê Îlonê re rû bi rû ne.”    Yildirim, ji bo berdana girtiyên nexweş bang hestiyariyê  li raya giştî kir û wiha bilêv kir: “Dengê wan ên derve de emin. Ger em deng dernexin, ewê yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin. Bifikirin 3 berasteng tenê nefes didin û distînin. Lê ji bo civakê weke talûke tên dîtin. Tişt ji bo me rewa dibînin tenê mirine. Hiqûq bi cih nayê anîn. Ger hiqûq hebûya, wê rapora ATK’ê li ber çavan bigirtan. Ji vê bêhiqûqî û bêedaletiyê re êdî bese. Girtiyên nexweş berdin. Emê  li malê li wan mêze bikin. Emê wan derman bikin û baş bikin.”   TÛRAN GIRTÎGEH VEGOT   Dayika Abdullah Tûran Umugulsum Tûran jî, anî ziman ku kurê wê di hevdîtina telefonê ya heftane de, qala cîdîbûyîna rewşa xwe kiriye. Dayik Tûran, diyar kir ku ji bo ku cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan dernekevin, divê bi lezgînî gav bên avêtin û wiha got: “Di hevdîtinê de kurê min wiha j imin re got; “Ev saleke nexweşiya min giran bûye. Ez tenê dikarim serê rabikim. Di heman qawîşê de ez bi du hevalên xwe yên berasteng re dimînim. Rapora me her sêyan jî heye. Lê me bernadin. Du kes hatin qawişê, telefon danîn ber guh min û çûn. Ez encex dikarim bi vî awayî bi we re biaxivîm. Pirsgirêka paqijiyê pir xirabe. Amûrên paqijiyê, masek û dezenfektê nadin me. 5 raporên Aktaş hene. Dîsa nayê berdan. 2 raporên Serdal hene. Wî jî bernadin. Em bi revîra girtîgehê re pirsgirêkan dijîn. Dema me dibin nexweşxanê jî, vê carê raporên nexweşxane didin me qebûl nakin. Dema em ji wan re dibêjin jî, ji me re dibêjin ‘ji ber çavê me çûye.’ Qanûna înfazê ji bo kurdan dernexistin. Çete, tecawîzkar, qatil û diz hemû berdan. Lê me zarokên kurdan bernadin. Herî dawî em silavê xwe ji gelê kurd ê bi rûme re dişînin.’”     'BILA BERDIN EMÊ LI ZAROKÊN XWE MÊZE BIKIN’   Dayik Tûran, da zanîn ku kurê wê li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kir û wiha bang li raya giştî kir: “Ji ber ku kurê min li dijî DAIŞ’ê şer kir îro di girtîgehê deye. Her roj bi tirsa ku rojekê agahiya mirina kurê xwe bibîhisim dijîm. Bila kurê min berdin, emê li wî mêze bikin. Bi awayekê lezgîn pêdiviya wî ya lê mêzekirinê heye. Ji ber ku hîna ciwane, îhtîmala ku birînên wî baş bibin heye. Ger lê bê mêze kirin wê baş bibe.”   MA / Fethî Balaman