Nivîskar Temel: Yekitiya neteweyî bi qasî hewa û avê pêwîst e 2020-05-28 10:03:18 MERSÎN – Nivîskar Celal Temel, diyar kir ku li Rojhilata Navîn heta ku kurd yekitiya xwe pêk neynin şansê wan ê statuyek bi dest bixin tuneye û ev tişt got: “Ji bo mirov çiqas hewa û ava pêwîst be, ji bo kurdan ku li Rojhilata Navîn bê statu hatine hiştin jî yekitiye neteweyî ewqas pêwîst e.” Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 25 tevgerên siyasî û partî li Qamişloyê hatin gel hev û piştre di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de rêxistineke bi navê “Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd” ragihandin. Nivîskar û lêkolînerê kurd Celal Temel, vê pêngava ku ji aliyê kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî hatiye avêtin nirxand û got ku ne xwedî statubûna kurdan ji ber tunebûna yekitiye wan e.   YEKITIYA NETEWEYÎ   Temel, da zanîn ku ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn divê êdî rêxistin û partiyên kurdan jî berjewendiyan ji xwe re bikin armanc û sedemên pêk nehatine yekitiya neteweyî wiha nirxand: “Timik pêwistiya yekitiya neteweyî tê ziman. Berî ku ev pêwistî bi cih hemû hewldanên ji bo vê yekê bê encam dimînin. Hewldanên kom û partiyên ji bo yekitiyê de berjewendiyên partiyan ji neteweyê zêdetir di pêş de ne. Sedema ne bidestxistina statuyê cihêtî ne. Tê zanîn ku ji berê ve di navbera rêxistin û serokên kurdan de yekitî pêk nehatiye û timik pevçûn hebûne. Di demeke nêz de jî partiyên kurd di pêvçûnên ku navê “brakujî” lê hatiye kirin de şerê hev kirin û ji hev bi hezaran mirov kuştin. Demên berê sedemên pêk nehatina yektiyê sazî û kesên feodal dihatin nîşandan. Niha jî gelek kesên serok ên modern-ronakbir, ji berjewendiyên neteweya kurd zêdetir berjewendiyên kom û partiya xwe derdidxin pêş. Ev li her çar parçeyên Kurdistanê jî wiha ye.”   ÇARE YEKITÎ YE   Temel, destnîşan kir ku dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ji bo peknehatina yekitiya kurdan polîtîkayan diafirînin û wiha got: “Ji bo statuyê çare tenê yekitî ye. Kurdistan bi dewlemendiya xwe ya ser û bin erd tê zanin. Ev rewş li şûna ku ji kurdan re bibe avantaj, ji ber berjewendiyên hêzên emperyalîst ên navneteweyî ji kurdan re bûye dezavantaj. Ji ber vê yekê Kurdistan beriya 100 salan bû 4 parçe. Atengiya li pêşiya kurdan jî cihêtî û parçebûnî ye. Ji bilî yekitiyê çareyeke din ji bo hêzên kurd tuneye. Ji bo têkoşîna neteweyî ya kurdan yekitî ji her tiştî girîngtir e.”   GAVA PÊŞEK A YEKITIYÊ   Di berdewama axaftina xwe de Temel, îlankirina “Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd” a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Ev hewldan ji bo yekitiyê dibe ku bibe gaveke pêşek. Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Berberiya ku li başûrê Kurdistanê di navbera KDP û YNK’ê de heye, li rojavayê Kurdistanê jî di navbera PYD û berdewama KDP-S’ê ENKS’ê de heye. Piştî salên dûr û dirêj bi navbeynkariya Amerîka û hezên ewropî, di navbera KDP- YNK’ê de yekitî pêk hatibû. Heke ev hewldana li Rojava encam bide wê li herêmê bibe sedema geşedanên girîng. Dibe ku ji bo yekitiyê bibe gaveke pêşek.”   BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ   Temel, bal kişand ser berjewendiyên neteweyî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê ku berjwendiyên neteweyî di seriya berjewendiyên partî û kesan de bin. Ne tenê di dewletbûnê de di hemû rêxistinbûnên neteweyî yên mîna xweser, otonom û federal de partiyên siyasî de dikarin bibin amûreke demokratîk. Lê tişta herî girîng nirxên hevpar ên neteweyî ne. Divê hedef avakirina saziyên neteweyî be. Ji bo mirovan çiqas av û hewa girîng be ji bo kurdan ku li Rojhilata Navîn bê statü hatine hiştin jî yekitiya neteweyî ewqas girîng e. Beyî yekitiya hêza neteweyî, ne pêkan e ku tu rêxistgineke kurdan li ser sifreya guran a Rojhilata Navîn tiştekî bike. Divê hemû partî û rêxistinên kurdan bi vî hişî tevbigerin.”   MA / Ergîn Çaglar