Girtiyê nexweş Fîlîz: Ez terkî mirinê hatime kirin 2020-05-28 11:42:07 ÎZMÎR – Girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz ku daxwaza wî ya berdanê hat redkirin, diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe û weke Sabrî Kaya terkî mirinê hatiye kirin.   Girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê dimîne bi rêya malbata xwe rewşa xwe ya tenduristiyê ragihand. Fîlîz, diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê hê bêtir nebaş bûye û û weke girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû terkî mirinê hatiye kirin.   BIBIN DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ   Fîlîz, destnîşan kir ku encamên serlêdana wî vê hefteyê gihîştine ber destê wî û ev tişt gotin: “Daxwazên min ên berdanê hatin redkirin. Hincet jî ‘dewlet hemû bergiriyan digire’ ye. Dixwazin tola Pozantiya Edeneyê ji min bigirin. Min bûyera destdirêjiya li zarokan a li Girtîgeha Pozantiyê derxistibû holê û doz li min hatibû vekirin. Dadgeha min hê jî didome. Ji ber vê yekê nayim berdan. Rêveberiya girtîgehê hê jî bi israr dibêje, ‘Em ê te dernexin revîrê’ û di warê drûniyê de dixwazin min têk bibin. Herkesê ku xwedî wijdan e divê bibe dengê girtiyên nexweş.”