Şahidê nepen 'A53T61MCTS21SS92' dibe ku polîs be 2020-05-28 12:05:23   AMED - Parezeran girtina 12 rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên jin  îtîraz kir. Parêzera Gonul Aslan ku li gel kurê xwe Dilgeş girtî ye, Berdan Acun, anî ziman ku şahidê nepen ê bi kodê “A53T61MCTS21SS92” dibeku peyvirdarê ewlehiyê (polîs) be.    Polîsan di 15'ê Gulane de bi fermana serdozgeriya komarê ya Amedê li dijî endam, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên TJA operasyon kirin û 18 kes binçav kirin. Ji 18 kesan 9 jê jin 12 kes hatin girtin. Parêzerên 12 kesên ku  aktîvîstên TJA û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa nin girtina muwekilê xwe îtîraz kirin û xwestin serbest bên berdan. Parêzeran daxwaznameya îtîrazê dan 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê. Parêzeran  anîn ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê neye nizanin ku muwekilê wan ji ber çi tên darizandin.    Endama Komeleya Jinan a Rosa û Endama Meclîsa Şaredariya Rezan a HDP'ê Gonul Aslan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Gonul Aslan nexweşa gurçikê ye û niha li gel Kurê xwe yê 3 salî girtî ye. Parêzerê Gonul Aslan Berdan Acun, anî ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşarti neye parastinek paş nekirine û bi vî rengî mafê wan ê zagonî yê parastinê hatiye binpêkirin. Acun, da zanîn ku girtina muwekilê wî ya bi vî şiklî li dijî zagon û qanûnan e. Acun, anî ziman ku li ser îfadeya şahidê nepen bê bi kodê ‘A53T61MCTS21SS92’ hatiye girtin û wiha got: "5'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê Aslan de di 9'ê Cotmeha 2019’an de biryara da ku telefona wê bê tespîtkirin, bê guhdarkirin û qeydkirin. Di guhdarkirinê de tu tiştên ku îfadeyê şahidê nepen piştrast bike tune ye. Em bawer dikin ku şahidê nepen erkdarê ewlehiyê ye."