Ji 2 karkerên ji selika vînçê ketin 1 jê mir 2020-05-28 13:08:19   AMED - Ji 2 karkerên ji selika vînça di înşaeta avahiya Tıpa Edliya Amedê ketin, 1 jê jiyana xwe ji dest da.    2 karker Osman û Yavûz Ataş ên li selika vînça înşaeta avahiya xizmetê ya Tipa Edlî ya li ser rêya Bûlwara Mahabad a navçeya Peyas a Amedê tê avakirin siwar bibûn û boyax dikirin, ketin xwarê. Ji 2 karkerên ketin xwarê Osman Ataş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Yavûz Ataş jî, bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolîna ya Gazî Yaşargîl hat  kirin.