Girtiyan li Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-05-28 13:13:43 ENQERE – Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê ku jimartina eskerî û muemeleya xerab lê didome, girtiyan dest bi greva bircîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, li dijî jimartina eskerî û memeleya xerab dest bi greva bircîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ragihandin ku bi destpêkirina greva birçîbûnê re malbatên girtiyan agahî dane wan.   HIŞYARIYA GREVÊ    Parêzeran, diyar kir ku dema di 15’ê gulanê de çûne Girtîgeha Kirşehîrê, girtiyan ji wan re ragihandine ku jimartina li ser piya û memeleya xerab li wan tê ferzkirin û gotine ku heke ev jimartina li ser piya û memeleya xerab a li dijî wan berdewam bike dê di 19’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bikin.   WÊ PARÊZER BIÇIN GIRTÎGEHÊ   Li gorî agahiyên ku parêzeran; ji 19’ê gulanê ve ji 3 rojan bi navber girtiyekî dikeve greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Parêzerên endamên OHD’ê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), wê di 1’ê hezîranê de biçin Girtîgeha Kirşehîrê û bi girtiyên ku dest bi grevê kirine re hevdîtin bikin. Di pêvajoya vîrûsa koronayê de parêzer çibûn girtîgehê û raporek amade kiribûn û bal kişandibûn iğı binpêkirinên mafan ên li girtîgehê,