Tanrikûlû rapora windayan eşkere kir: Peymanê îmze bikin 2020-05-28 14:25:40   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku ji darbeya 12’ê Îlonê vir ve hezar û 352 kes bi darê zorê hatine windakirin, di salên dawî de windakirin ketiye meriyete û bang li hikumetê kir ku Peymana Navneteweyî ya NY’yê îmze bike.   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû yê Wekîlê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê di çarçoveya Hefteya Windakiriyên Bi Darê Zorê ya Navnetewî de raporek amade kir. Tanrikûlû di raporê de bal dikişîne windakiriyên di serdema darbeya 12’ê Îlonê û salên 1990’î û bi destspêkirina şerê çekdarî di 1984’an de destpêkir û şûn ve belav bû. Tanrikûlû di raporê de got gelek windayên di binçavan de fermî hatine qebûlkirin û binçavkirina gelek windayan jî hatiye redkirin.   HEZAR Û 352 KES BI DARÊ ZORÊ HATINE REVANDIN   Tanrikûlû di raporê de diyar kir ku bi giştî hezar û 352 kes bi darê zorê hatine windakirin û cih da van daneyên Navenda Bîra Heqîqet û Edaletê: “Di navbera salên 1980-1990’an de 33 kes, di sala 1991’an de 17 kes, di sala 1992’yan 27 kes, di sala 1993’yan de 108 kes, 1994’an de 532 kes, di sala 1995’an de 235 kes, di sala 1996’an de 166 kes, di sala 1997’an de 87 kes, di sala 1998’an de 53 kes, di sala 1999’an de 52 kes, di sala 2000’an de û pişt re 28, 14 kes jî ku dîroka wan nayê zanîn bi darê zorê hatine windakirin.”   DI 2019’AN DE 7 KES HATINE REVANDIN   Tanrikûlû di raporê de da zanîn ku li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2019’an de jî 7 kes bi darê zorê hatine revandin. Tanrikûlû di raporê de daneyên ÎHD’ê bi bîr xist û got li gorî van daneyan ji salên 90’î heta îro hezar û 388 kes hatine windakirin û 353 gorên komî hatine dîtin. Tanirkûlû got Gulistan Dokû li Dersimê ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye, Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên hevjînên hev di 11’ê çileya 2020’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatine windakirin, cenazeye Şîmonî Dîrîl piştî 70 rojan hatiye dîtin û Mehmet Bal jî ji 24’ê çileya 2020’an ve li Stenbolê winda ye.   LÊPIRSÎN HATINE BIDERENGÎXISTIN   Tanrikûlû di raporê de diyar kir k udi encama xebata Navenda Bîrê (Hafiza) de dosyeyên 344 kesan hatiye bidestxistin û ji van lêpirsîna 218 kesan hatiye biderengîxistin.   Tanrikûlû anî ziman ku ew bang li hikumetê dikin ku Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya Derbarê Windayan de îmze bike û rêzikên peymanê bicih bîne.