Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 160 hezar û 979 2020-05-28 20:49:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 30 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 160 hezar û 979.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 182 kesên din jî bi şewbê ketine û 30 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 160 hezar û 979 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 461.