ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-29 09:00:03 * Li Hewengê ji ber terezê hem darên fisteqan derb xwarine hem jî randimana fisteqan kêm bûye. Serokê Odeya Çandiniyê a Navçeyê Fûat Almas, xwest piştgiriya cotkaran bê kirin û herêm wekî "herêma afetê" bê îlankirin.  * Derket holê ku di nava 261 cenazeyên ku ji Goristana Xerzanê anîn ATK'ê ya Stenbolê li peyarêya Goristana Kilyosê definkirin de, cenazeyên ruhasata definkirina wan heye jî hene. Xwişka Rojbin Arslanargun, diyar kir ku cihê cenaze lê hatine definkirin cihê çop û sergoyê ye.   * Li gundê Xelîla yê Kerboranê, ji ber ava lexemê cotkar nikarin erdên xwe bajon. Her wiha cotkaran anî ziman ku berazên li qeraxa ava lexemê kom dibin jî zirarê didin erdê wan.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm atyinî wê hatiye kirin, 3 sal berê ji bo rêya ku 15 gundan bi hev ve girêdide gotibû "em m a herî baş çêbikin". Lê belê bi hinceta "ewlehiyê" hê jî rêya ku asfalta wê rakiriye çênekiriye.    * Ahmet Camûs ku li navçeya Germencîkê mêşvaniyê dike, anî ziman ku JES'ê li herêmê dibin sedema mirina mêşan.    * Li Pasûrê ku yek ji deverên sereke yê kurmên hevrîşîmê ye, îsal 300 kesên din jî dest bi xweyîkirina kurman kirin. Welatiyên ku vî karî dikin xwestin heqê keda wan bi dest wan bikeve.    * Parêzera ÇHD'î Çîgdem Akbûlût, xwest zext û zoriyên siyasî yên li ser dosyeyên Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne bên rakirin û got, heger hiqûqa asayî pêk bê ji xwe wê daxwaza hevpîşeyên wê pêk bê.    * Ji Komeleya Jinan a Rosa Rûken Erguneş, diyar kir ku şopandina teknîkî ya di lêpirsîna li dijî endamên wan hat birêvekirin de, rastî dema Wêzîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ku di sala 2018’an de jin weke hedef nîşan dabûn, hat û got: “Xwestin bi operasyona li dijî Komeleya Rosa peyam bidin hemû jinan.”    * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin    * Şaxa Odeya Endezyarên Makîna ya Amedê, wê derbarê projeya HES a li Geliyê Zîlan tê avakirin de, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Şaxa SES'ê ya Êlihê, wê sîrgûnkirina endamên xwe, li ber Miduriyeta Xebatên Malbat û Civakî ya Bajêr şermezar bike. (12.30)    * Rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrdînê, wê derbarê bûyerên tundiyê, binçavkirin, girtin û êrîşên li dijî cenaze û goran ên di demên dawî zêde bûne de, daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)