Qeyûm got 'em ê baştir çêbikin, lê ji a berê xirabtir kir 2020-05-29 09:08:57 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, 3 sal berê ji bo rêya ku 15 gundan bi hev ve girêdide gotibû "em a herî baş çêbikin". Lê belê hê jî rêya ku asfalta wê rakiriye çênekiriye.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, 3 sal berê di dema qeyûm de li ser daxwaza Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya ji bo "rêya ewlehiyê" asfalta rêya ku 15 gundên navçeya Mehsertê bi hev ve girêdide rakiribû. Piştî Wezareta Parastinê ji bo çêkirina rê budçe şand, ji bo eskeran qismeke rê hat çêkirin. Lê belê rêya di gundê Xirbebelekê re derbas dibe ku 3 kîlometre ye, hê jî nehatiye çêkirin.    Ji ber ku asfalta berê hatiye rakirin û li şûna wê ya nû nehatiye rijandin, zivistana rê dibe herî û havînan jî ji tozê kes nikare derbas bibe. Her wiha havînê welatî ji ber tozê nikarin pacên xwe jî vekin û darên sêv, gilyaz, xox û gelek darên fêkiyan ên din zirarê ji tozê digirin.    XIRABTIR KIRINE    Şêniyê gund Metîn Kaya got: "Berê rêya me rêyeke asayî bû. Ne pir baş bû, lê tu zirarek wê ji bo derdorê tunebû. Zirara wê ji bo wesayîtan tunebû. Gotin em ê baştir çêbikin, lê belê xirabtir kirin. Niha ji ber tozê zirar digihê baxçên me. Di salên 1975'an de rê bi vî hawî bûn."    Her wiha Kaya, anî ziman ku şaredariyê ji wan re gotiye: "Me da ber îhaleyê lê pere nema." Kaya, destnîşan kir ku her roj dibihîsin ku şaredariyê rê bi mliyonan daye ber îhaleyê û xwest rojek berî rojekê rêya wan bê çêkirin.    ZIRAR DIGIHÊ ERDAN    Mehmet Şerîf Poyraz jî anî ziman ku ji ber rê nikarin li şaneşînên xwe jî rûnên û got, êdî li mala xwe nikarin bi rihetî xwarinê jî bixwin. Poyraz, diyar kir ku berê rêya wan baştir bûye û got, erd û baxçên wan jî zirar ji rê girtine. Poyraz, bang kir ku rojek berî rojekê rêya wan bê çêkirin.    MA / Ahmet Kanbal