‘Heger hiqûq pêk bê wê daxwaza Tîmtîk û Unsal pêk bê' 2020-05-29 09:12:04 STENBOL - Parêzera ÇHD'î Çîgdem Akbûlût, xwest zext û zoriyên siyasî yên li ser dosyeyên Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de ne bê rakirin û got, heger hiqûqa asayî pêk bê ji xwe wê daxwaza hevpîşeyên wê pêk bê.  Piştî ku di doza parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem û Buroya Hiqûqê ya Gel de 159 sal û 2 meh ceza hat birîn de, parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal bi daxwaza "mafê darizandineke adil" dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Parêzeran di 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran de çalakiya xwe veguherandibûn rojiya mirinê. Tîmtîk 148 roj in û Unsal jî 117 roj in di rojiya mirinê de ye.    Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem a Stenbolê ku bi KHK'ê hat girtin Çîgdem Akbûlût, bal kişand ser rewşa Unsal û Tîmtîk.    Akbûlût, destnîşan kir ku Tîmtîk û Unsal bi darizandineke bêhiqûqî re rû bi rû mane û tiştên pê tên sûcdarkirin jî tiştên pîleya wan a parêzertiyê ne. Akbûlût, anî ziman ku îqtidar ji bo civakê dîzayn bike hiqûqê wekî amûrekê bi kar tîne û bal kişand ser dadgerên ku ji ber der barê mirina endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek de parvekirin kiibûn ji peywirê hatin dûrxistin. Akbûlût, got: "Dûrxistina ji peywirê ya parêzerên mafê jiyanê diparêzein û tiştên li hevpîşeyên me tên kirin çi dibe bila bibe, dibêjin em bêjin çi divê wisa bikin."    Akbûlût, diyar kir ku peywira sereke ya dadgerekî mafê jiyanê ye û got: "Lê niha wekî rêgezên hiqûqê hemûyan mafê jiyanê jî tune tê hesibandin. Ji ber ku bi vê fereasetê tev digerin tu dengekî cihê jî tehemul nakin. Em bi rejîmeke xwedî feraseteke bi vî rengî re rû bi rû ne."    GAVA HER KES DENGÊ XW EBILIND BIKE...   Akbûlût, anî ziman ku hevpîşeyên wan jî ji ber ku li ber zext û zoriyan serî netewandine girtîne û got: "Em baş dizanin gava roj hat ne tenê du dadger, ne tenê du rojnamevan gava her kes li dijî bêhiqûqîtiyê deng xwe bilind bike wê nikaribin van bêhiqûqîtiyan bikin."    Akbûlût, bal kişand ser daxwaza hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal jî û got, ji ber ku bêhiqûtiyên hevpîşeyên wan bi wan re rû bi rû mane baş nedane bihîstin hevpîşeyên wan dest bi rojiya mirinê kirine û xwest dengê hevpîşeyên wê bê bihîstin. Akbûlût, destnîşan kir ku daxwazên hevpîşeyên wê pir zelal in û got: "Heger zext û zoriyên li ser dosyeya wan bên rakirin ji xwe wê daxwazên hevpîşeyên me pêk bên. Çimkî pîvanên hiqûqa heyî, daxwaza hevalên me, daxwaza darizandineke adil di xwe de dihewînin."    Akbûlût anî ziman ku divê Dadgeha Bilind jî guh bide hiqûqê û bang li rayedarên siyasî kir ku dev ji talîmatên xwe yên li ser darazê berdin.