Keça Sabrî Kaya: Bavê min kuştin 2020-05-29 09:12:53 EDENE - Dîlan Kaya anî ziman ku bavê wê Sabrî Kaya ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û got, wê giliyê kesên ku tiliya wan di mirina bavê wê de heye bikin. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan. Lê belê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê yê li morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê malbatê cenaze di 23'yê Gulanê de wergirt û li Ceyhanê defin kir. Keça wî Dîlan Kaya destnîşan kir ku bavê wê ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û got, wê giliyê kesên ku tiliya wan di mirina bavê wê de heye bikin.   Kaya, diyar kir ku di Mijdara 2019'an de bi hinceta li gor jimariya şipyakî tev negeriyane gardiyanan li bavê wê û hevalên wî yên qawîşê xistiye û got, bavê wê girtiyê nexweş bûye lê dîsa jî mafê wî yê tedawî û tenduristiyê hatiye astengkirin. Kaya, anî ziman ku bavê wê ji ber îhmalkariyan jiyana xwe ji dest daye û got, ji ber ku Girtîgeha Osmaniyeyê dermanê "Cûamadîn" ku ji bo bavê wê dermaneke pir girîng bûye peya nekiriye, bavê wê di 25'ê Adara 2020'an de qeyrana dil û derbas kiriye û xwîn çûye ser mêjiyê wî û ji ber vê mehkûmî ereboka biteker bûye.   Kaya, got: "Girtîgehê, tam mehekê ev derman neda bavê min. Gava me sedema wêd ipirsîn digotin, 'tuneye, bila îdare bike.' Me got, em peyda bikin bînin. Qebûl nekirin. 10 salan vî dermanê navbirî bi kar dianî. Xwîna wî rohn dikir. Lê ji ber ku nedanê qeyrana dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî. Ji ber vê felcî bû. Hişê wî ji sera çû. Piştî ket komayê wî rakirin beşa awarte. 5-6 rojan di beşa awarte de ma. Wî tabûrcî kirin û cardin şandin girtîgehê. Kesekî ku ketiye komayê dîsa birine girtîgehê. Her kes bi şert û mercên girtîgehan dizane. Piştî vê me serî li Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê da. Ji ber ku ketiye komayê êdî ne kesekî asayî ye. Gava telefonî me dikir êdî nikaribû biaxive. Di 10 deqan de ancax karibû du deqeyan biaxive. Ji xwe tiştên me digot fêm nedikir."   BIJÎŞK MIKUR HAT   Kaya, anî ziman ku ji ber şewba coronayê heyeta tenduristiyê kom nebûye û ji ber vê ji bo bavê wê rapor nehatiye amadekirin û tenê li gor biryraa bijîşkekî ku gotibû "dikare di girtîgehê de bimîne" tev geriyane. Kaya, behsa hevdîtina bi bijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê re jî kir û got bijîşk jê re gotiye: "Ez nikarim mehkûmekî ji girtîgehê derxînim, ditirsim. Qaweteke min î wisa tuneye. Heger wisa bikim wê min sirgûn bikin."   MAFÊ WÎ YÊ TEDAWIYÊ HAT ASTENGKIRIN   Kaya, bilêv kir ku Serbijîşktiya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ji wan re gotiye "Rewşa bavê te pir baş e, ne hewce ye li nexweşxaneyê bimîne." Kaya, bilêv kir ku wan pir israr kiriye ku bavê wê li nexweşxaneyê bimîne lê belê bijîşkan gotiye "Covîd heye, em nikarin wî bidin razandin. Tiştên hewce be em ê bikin." Kaya, got bi vî awayî mafê tedawîkirinê yê bavê wê hatiye astengkirin.   Kaya, diyar kir ku hema bêje her roj bavê wê rakirine nexweşxaneyê û got: "Her roj tew carina rojê du caran wî rakirin beşa lezgîn. Me pir israr kir ku li nexweşxaneyê bimîne, lê gotin 'Covîd heye' nehiştin li nexweşxaneyê bimîne. Piştî bavê min ket komayê sê caran wî rakirin beşa awarte. Her carê bêyş wê têxin serwîsê cardin wî dibirin girtîgehê. em çend caran çûn girtîgehê lê guh nedan me, nehiştin em têkevin hundir jî. Min ji gardiyanan pirsî, çima her roj bavê min radikin nexweşxaneyê gotin 'Ji ber ku hişê wî ji sera çûye, nikare dermanê xwe bi kar bîne.' Mirovekî 17 nexweşînên wî yê kronîk hebûn û nikaribû bi tena serê xwe dermanên xwe bixwe, dan ber mirinê. Di wan şert û mercan de pêdiviya wî bi me hebû. Heta carekê girtîgehê dixwest em malavayiya wan bikin, digotin 'Tiştekî bavê te tuneye. Bi zanebûnî wiha dike. Em bi rîngê nabin, bi ambulansê dibin. Şikir bikin. Em dikarin wiha nekin.' Her cara wî radikirin nexweşxaneyê hebeke êşbir didanê, dîsa wî dişandin."   Kaya, diyar kir utêkildarî rewşa bavê wê ne li girtîgehê ne jî li dozgeriyê muxatabek nedidîtin û got, bijîşk û rayedar mafê tedawî û tenduristiyê yê girtiyan asteng kiriye. Kaya ku got "Girtîgehê bavê min bi qedara wî re rû bi rû hiştiye" anî ziman ku di endoskopiya ku di 15'ê Gulanêd e hatiye kirin derketiye holê ku bi awayekî cidî xwîn ji made, rovî û soriçka wî hatiye.   ‘EZ Ê DEV JÊ BERNEDIM'   Kaya, bibîr xist ku berî ku bavê wê jiyana xwe ji dest bide bi çend rojan wî rakirina Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê û got: "Li Nexweşxaneya Balcaliyê wî rakirin beşa awarte Di beşa awarte de bijîşk got, êdî tiştekî ku bikin nemaye, dibe ku ji nişka ve jî bimire. Piştî ev xeber girtin çend saet şûnde bi awayekî şertî biryara berdana wî dan. Vê yekê bi awayekî lihevkirî kirin. Bavê min mir dû re ew berdaan. Gava biryara berdanê hat dayîn esker û gardiyan hemû reviyan. Heya wê kêliyê jî bavê min kelemçekirî bû û nehiştin em wî bibînin. Ez ê dev ji vê yeê bernedim. Tiliya kê di mirina bavê min de hebe ez ê dev ji wan bernedim. Ez ê giliyê hemûyan bikim. Li ber çavan bavê min kuştin. Ez ê dev ji vê dozê bernedim."   MA / Hamdûllah Kesen