Turkdogan: Bêyî dîtina pergalê axaftina tundiya polisan şaşî ye 2020-05-29 10:59:05 ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku tundiya polisan a di rojên dawîn de zêde bûye timik hebûye û ev tişt got: “Bêyî dîtina pergalê tenê axaftina tundiya polisan şaşî ye.” Bi dayîna rayeyên zêde ya polis û notirvanan re her roj tundiyeke polis û notirvanan dertê holê. Piştî ku polisan li navçeya Nisêbînê ya Merdînê bi çekan berî ser pişta zarokan dan, di bûyerên tundiya polisan de zêdebûn çêbûn. Tundiyên dawîn ên polis û notirvanan ku li Çorlû, Kadikoy, Zeytînbûrnû, Eyup, Sûltangazî, Keşan, Amed û Tarsûsê çêbûn, bûn sedema bertekan.   DANEYÊN TUNDIYA POLISAN   Li gorî raporên ku ji aliyê Yekîneya Dokumantasyona Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatine amadekirin, di navbera salên 2010-2020’an de bi hinceta ku hişyariya “Raweste” binpêkirine hezar û 37 kes ji aliyê polisan ve hatine kuştin. Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê derketine derveyî rayeyên xwe û hezar û 276 kesan birîndar kirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê, di 10 salên dawîn de 5 hezar û 855 kes di bin çavan de û 4 hezar û 196 kes jî li kuçeyê ji aliyê polis û notirvanan ve hatine îşkencekirin û memeleya xerab li wan hatiye kirin.   HER TUNDÎ HEBÛYE   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku sedema zêdebûna tundiyê “polîtîkaya bêcezahiştinê” ye, di 5 sal in dawîn de timik tundiya polisan hebûye, lê ji ber ku di pevajoa vîrûsa koronayê de ev tundî hatiye dîtin, ketiye rojevê û wiha got: “Tirkiye dewleta polisan e. Dema ku polis mudaxaleyî welatiyekê bike û bibêje, ‘Ez nûnertiya dewletê dikim, ez dewlet in’ êdî hûn dibin dewleta polisan. Ev gotin, gotina ku ‘dewleta polis’ weke raye daye polis e. Tişta îro li holê pergala dewletê ye. Bêyî dîtina pergalê tenê axaftina tundiya polisan şaşî ye. Sedema zêdebûna tundiya polisan, nerawistandina dewletê ye.”   ÊRÎŞ SÎSTEMATÎK E   Turkdogan, bal kişan ser parastinên polisan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Parastina “Li ber xwe da neçar mam ku mudaxale bikim” a polisan “berdewam êrîşê” ye. Wê demê ev destpêkê bi polisan hatiye hînkirin. Rayedarên desthilatê bêdeng dimînin, Wezîrê Karên Hundir, cihê tê piştgiriya van êrîşan dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku ev tundî sistematik e. Divê ji serokkomar heta Wezîrê Karen Hundir pêşî li vê tundiyê bigirin û bibêjin ku polisên ku tundiyê bikin dê wan ceza bikin. Divê qanûn û biryarnameyên ku dibin sedema bêcezahiştinê bên guhertin. Daxwaza me rêveberî û Destûreke Bingehîn a demokratîk e.” MA / Emrûllah Acar