Di mudaxileya şermezarkirina sirgûnan de 8 kes hatin binçavkirin 2020-05-29 14:16:17 ÊLIH - Polîsan mudaxileyî kedkarên çemawerî yên xwestin sîrgûnkirina xebatkarên tenduristiyê şermezar bikin kirin û 8 kes bi lêdanê binçav kirin.  Platforma Şaxa KESK’ê ya Êlihê, xwest derbarê sîrgûnkirina 3 endamên SES’ê yên kedkarên tenduristiyê de, li ber avahiya Midûriyeta Karên Malbat, Xebat û Civakî de daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan berî daxuyaniyê avahî kirin dorpêçê û destûr nedan daxuyanî bê dayîn.    8 KES BINÇAV KIRIN   Kedkarên çemawerî yên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nejdet Îpekyuz, Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca û Mehmet Ruştu Tiryakî piştgirî dan wan, ji bo daxuyanî bidin israr kirin. Kedkarên pankarta “Divê sîrgûnên bêhiqûq rawestin” vekirin, xwestin daxuyanî bidin. Kedkaran çawan xwestin daxuyanî bidin, polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî kedkaran, kirin.     Polîsan di dema mudaxileyê de Hevserokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya, Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy, Sekreterê Giştî yê BES’ê Azîz Ozkan, rêveberê Şaxa SES’ê ya Êdlihê Salîh Bayat, Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Selma Atabey, Erdal Dogan û Yûnûs Îzmîr bi lêdanê bin çav kirin.    PARLAMENTERAN BERTEK NÎŞAN DAN    Binçavkirina kedkarên tenduristiyê rastî bertekan hat. Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, ji polîsekê ku tim mudaxileyê wan kir re bi gotina “tu provokatorî” bertek nîşan da.     Parlamenterê HDP’ê Tiryakî jî, bertek nîşanî amîrê polîsan da û jê re wiha got: “Hûn van provaka dikin. Li ber edliyê jî we heman tişt kiribû.”