Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin 2020-05-30 12:51:37 ENQERE -  Înîsiyatifa Ji girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 299'an de bi vîdeoyê daxuyanî da. Înîsiyatifê diyar kir ku girtiyê nexweşê pençeşêra prostat û hepatitê Soydan Akay tenduristiya wî pir xerab e û 2 salin bi tena serê xwe tê girtin. Înîsiyatifê xwest Akay serbest bê berdan.  Înîsiyatifa Ji girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 299'an de bi sedema vîrûsê bi vîdeoyê daxuyanî da. Li ser navê înisiyatifê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat, bal kişand ser rewşa Soydan Akay ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvriyê girtî ye û wiha got: "Akay 46 salî ye. 27 salin girtî ye. Bi nexweşiya hepatit-B, romatizma, pençeşera prostatê ye. Dema tedawiya Akay derbas bûye. Ji 2'ê Adarê de li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê li klînika Onkolojiya Radyasyonê dest bi tedawiyê kiriye. Ji ber hêza wê kêm e spazma dil derbas kir. "    Kanat, anî ziman ku Akay rastî gelek binpêkirina mafan hatiye û xwest înfaza Akay bê taloqkirin û Akay serbest berdin.