Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin 2020-05-30 13:34:00   MÊRDÎN - Li Qoserê, 2 kesên ji ber polîsan reviyan  hatin binçavkirin.    Polîsan li ser Cadeya Mardîn a navçeya Qoserê ya Mêrdînê 2 kes binçav kirin. Kesên ji ber polîsan reviyan û hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin. Derbarê hinceta binçavkirina her 2 kesan de, tu agahî nehatin bi dest xistin.