25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me 2020-05-30 14:44:03 STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta 4 xizmên hev ên berî 25 salan piştî hatin binçavkirin û berdan bi wesayetî leşkeri hatin revandin pirsîn. Hevjînê Hîznî Bîlmen Şukriye Bîlmen, banga ew hestiyên xwe dixwazin kir û got: “Hestiyên me bînin. Em dixwazin li ber serê wan Fatîhayekê bi xwîn in.”   Dayikên Şemiyê ji bo kesên di bin çavan de hatin windakirin bên dîtin lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. Dayiken Şemiyê di hefteya 792'yan de dîsa ji ber şewba vîrûsa corona (Kovid-19) çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta 4 xizmên hev Mehmet Emîn Atug, Hîznî Bîlmen, Abdulkadîr Demîr û birayê wî Şakir Demîr ên di 14’ê Gulana 1995’an de li gundê Budakli yê Navçeya Midyad a Mêrdînê piştî hatin binçavkirin û berdan, bi wesayîta leşkerî hatin revandin û şûnde tu agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.    ‘HESTIYÊN ME BÎN IN’   Hevjîna Hîznî Bîlmen Şukriye Bîlmen, di daxuyaniya ji bo 4 kesên windakirî hat dayîn de axivî û wiha got: “Hevjînê min û apanên min dibin çavan de winda kirin. Ji ber vê bi salane em têkoşîna edaletê bi rêve dibin. Mafê hemû kesî yê jiyanê heye. Hestiyên me bînin. Em dixwazin li ber serê wan Fatîhayekê bixwînin. Dewlet baş dizane ku cenazeyên me li ku derê ne. Ez heya Meclîsê çûm, lê min tu encam bi dest nexist.”   HESABÊ BIHURÎNA DEMÊ    Parêzerê dozê Erdal Kûzû jî, diyar kir ku kesên li Mêrdînê hatin windakirin, di çarçoveya dosyeya JÎTEM’ê de tên lêpirsîn û wiha got: “Ev 4 kes jî vê ne serbixwene. Dixwazin dosyayê bi bihurîna demê re bihêlin. Emê destûrê nedin vê yekê û têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE YA EDALETÊ DEWAM BIKIN’   Piştî parêzer Kûzû Endama Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, çîroka 4 xizmên hev ên hatin windakirin û wiha bilêv kir: “Ev 25 salin em bi dosyayekê necazakirinê re rû bi rû ne. Mirov dibin çavan de winda kirin sûce. Dewlet mecbû re ku kesên dibin çavan de hatine windakirin bibîne, berpirsiyarên wan aşkere bike û bi derxe pêşberî dadgehê. Heya  ku aqûbeta windayan bên dîtin û kujerên wan bên darizandin, emê têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin.”