2 kes li Rezanê hatin binçavkirin 2020-05-31 08:34:35   AMED - Piştî ku li navçeya Rezanê polîstekê jiyana xwe ji dest da, di operasyona dest pê kir de 2 kes hatin binçavkirin.    Li Kolana 718'an a Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, duh êrîşî polîsan  hatibû kirin û polîsê bi navê Atakan Arslan miribû. Piştî bûyerê bi maşîneyên zirxî dest bi operasyonê hatibû kirin. Hat îdîakirina ku kesên bi navê A.P. yê gule berda polîs û kesekê bi wî re di operasyonê de hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku 2 kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Operasyona ji bo girtina A.P. li navçeyê hat destpêkirin, dewam dike.