Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin 2020-06-01 08:08:15   ENERE - Li Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan ê li Muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin.    Li Navçeya Etimesgut a Enqereyê ciwanê 20 salî Bariş Çakan şevê din saet di 22,30'an de ji ber li muzîka Kurdî guhdar kir hat kuştin. Bariş Çakan ê ji Panosa Agirî dema li gel hevalê xwe li parkê rûniştibû, bi sedema ku li muzîka Kurdî guhdar rastî êrîşa 3 kesan hat. Hat fêrbûn ku kesên bi kêran êrîşî Çakan kirin, ji Yozgat, Kirikkale û Tokatê  ne. Êrîşkaran bi hinceta Çakan li muzîka kurdî guhdar kiriye ji ser dilê wî kêr kirin û kuştin. Hat fêrbûn ku 3 êrîşkaran piştî êrîş kirin hatin binçavkirin. Çakan ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Taybet a Etimadê.      MA / Emrullah Acar