ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-01 09:00:08 * Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Demokratîk (DEP) ê Rihayê Muhsîn Melik 26 sal berê li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz hat kuştin. Li gel 26 sal borîn hêj kujer nehatiye ronîkirin û darizandin. Bira Farûk Melîk anî ziman ku bi hinceta "Faîl nediyar in" dosya xistine nava refan û got: “Birayê min netirsiya û terk nekir. Her dem têkoşiya. Ji ber vê yekê hat qetilkirin."   * Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku piştî 18 salan çû ser gora hevjînê xwe û got: “Dewlet şerê taybet li ser malbatan dide meşandin. Bila malbat xwedî li goristanên xwe derkevin.”   * Parêzerê dildar ê Komeleyên Derdorê ya Rojhilatê Derya Spî Îsmaîl Hakki Atal, li dijî avakirina bingehên Santrala Nukleerê ya Akkuyu serî li Dadgeha Şewirê da.   * Ulaş Can Taylan Arguş ê ku ji bo Îbrahim Kaypakkaya bibîr anî, bi qorsanî hat binçavkirin û serbest berdan diyar kir ku polîsan di bin çavan de gefa “Hûn nikarin bi hêsanî ji TEM'ê derkevin" li wan xwariye.   * Ji zozanên herêma Serhedê xweştirîn zozan ên Kanîreşê ne. Li Kanîreşê dema zozanan dest pê kiriye. Li lûtkeyên çiyayan belekiyên berfê û xemla biharê bi hev re bûne yek. Zozanên Kanîreşê cih û warê koçeran in. Yên dixwazin zozanan bibînin, zozanên Kanîreşê hêjayî dîtinê ne.     * Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê Melek Nûr Ramazanoglû, diyar kir ku girtina zarokan a li girtîgehan dijî hiqûqa navneteweyî ye û li ser zarokan dibe sedema texrîbateke mezin ku nikare bê derbaskirin.   * Alî Acar ê 63 salî ku ji dilê xwe emeliyata vekirî bûye, bi hinceta ku tevlî Newroza sala 2012’an bûye hat girtin. Ji ber ku bi vîrûsê ketiye piştî qarantînaya 14 rojan Acar şandin girtîgehê.   * Endamê Konsya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku Amed 20 jê li beşa lênêrîna zêde bi giştî bi 200 nexweşan ketiye pêvajoya asayîbûnê û di 10 rojên dawîn de hejmara nexweşan derketiye asta herî bilind. Yerlîkaya, banga paqijî, mesafeya fizîkî û bikaranîna berdevk kir.   * Hunermendên kurd ku ji bo balê bikişînin ser zextên li ser zaravaya kirmanckî hatin gel hev, bi navê "Vengê Royî II” albûmek derxistin. Hunermendan, diyar kir ku ji bo zaravayeke mirî bûne bêhn û xwestin ku herkes bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.   * Pêşketinên derbarê Bariş Çakan ê ji ber ku stranên kurdî guhdar kirin bi kêrê hat kuştin de wê bên şopandin.    * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de wê bên şopandin.    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, wê derbarê xeta xwe ya stratejiya dema nû de li avahiya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)   * Dayika Ayşe Karaman a di 29'ê Tîrmeha 2019'an de ji aliyê Ozgur Tarhan ve hat kuştin Ferîde Karaman wê bi tevlîbûna rêxistinên jinan li ber Edliya Enqerê daxwaza "Edaletê" bike û daxuyanî bide çapemeniyê. (11:30)   * Komeleya Jinan a Rosa, wê têkildarî zextên li dijî komeleya xwe, li ber avahiya komeleyê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Rêxistinên girseyî yên demokratîk, Ethem Sarisuluk ê di dema Berxwedana Geziyê de bi guleya polîsan hat kuştin wê  li Parka Guven bi bîr bînin. (16:40)   *  Piştevaniya Taksîmê, wê bi boneya salvegera Parka Gezî li Kolnan Mîs bên gelhev û daxuyanî bidin çapemeniyê. (19.00)