Li Edeneyê binçavkirina Qorsan 2020-06-01 09:13:10 EDENE - Ulaş Can Taylan Arguş ê ku ji bo Îbrahim Kaypakkaya bibîr anî, bi qorsanî hat binçavkirin û serbest berdan diyar kir ku polîsan di bin çavan de gefa “Hûn nikarin bi hêsanî ji TEM'ê derkevin" li wan xwariye.    Li taxa Namik Kemal a Navçeya Seyhana Edeneyê ciwanan di 18'ê Gulanê de Îbrahim Kaypakkaya bibîr anîn. Piştî bernameya bibîranînê polîsan tax dorpêç kirin û gef li Endamê Meclîsa Komunê Ulaş Can Taylan Arguş, xwar. Taylan Arguş, diyar kir ku polîsan çar roşan ew şopandin û gef li wan xwarin û piştî 4 rojan ew bi korsanî binçavkirin. Arguş, anî ziman ku polîsan wêneyên taxê û şahiyê nîşanî wî dan û gef li wî xwarin û wiha got: "Polîsan wêneyên li taxê û kesên di şahiyê de nîşanî me dan. Kesên di van wênayan de cih digirin ji mere bêjin. Ku hûn van kesan nîşanî me nedin, em ê ji sûcê alîkarî û hevkariya rêxistinê we darizînin" û gef li me xwarin." Arguş anî ziman ku polîsan xwestine bibin sîxur û wiha got: "Piştî 4 rojan polîsan em binçav kirin û di bin çavan de zext li me kirin ku em bibin sîxur."    Arguş, anî ziman ku di 22'ê Gulanê de hat binçavkirin û wiha got: "Ez û 2 hevalên xwe saet di 16.20'an de li taxê hatin binçavkirin. Em birin Şaxa TEM'ê û dest bi lêpirsînê kirin. Lê kar û barê binçavkirinê nikirin. Em ji aliyê 10 polisan ve rastî lêpirsînê hatin. Tundiya derûnî li ser min dimeşandin. Polîs ji min re digot 'Em bi tere di nava têkiliyê de bin. Em têkiliyên xwe qut nekin. Em te nas dikin. Em cara ewil te nas nakin. Li çalakiyên xwe baldar bin. Carek din hûn bi hêsanî nikarin ji TEM'ê derkevin. Piştî saet 23.00'an em  sexqî Şaxa Ewlehiyê kirin. Li wir ji karê binçavkirinê nekirin. Piştre em birin saziya Tipa Edlî û em serbest berdan. Ez her tim têm şopandin. Ji xebatên me yên demokratîk ditirsin û em di bin çavdêriyê de ne."