Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin? 2020-06-01 09:18:29 STENBOL – Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê Melek Nûr Ramazanoglû, diyar kir ku girtina zarokan a li girtîgehan dijî hiqûqa navneteweyî ye û li ser zarokan dibe sedema texrîbateke mezin ku nikare bê derbaskirin.  Li gorî daneyên sala 2019’an ên Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê, bi giştî 2 hezar û 500 zarok li girtîgehan girtî ne. Ji vana 780 jê bi dayikên xwe re dimînin. Herî dawî Dilgeşê (3) kurê Endama Meclisa Şaredariya Rezan a Amede Gonul Aslan ku di 22’ê gulanê de di çarçoveya operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de hat girtin jî di nav van zarokan de cih girt. Weke zarokên din Dilgeş jî ku tedawiya nexweşiya gurçikan dibîne, ji ber vîrûsa koronayê di bin rîsqeke mezin de ye.    ‘DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE’   Endama Komîsyona Şaxa Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Melek Nûr Ramazanoglû, derbarê rewşa zarokên girtî û Dilgeş de axivî. Ramazanoglû, diyar kir ku li gorî Qanûna Înfazê zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de bi dayikên xwe re dimînin û wiha got: “Ev sal ji bo fizik, zanîn û derûniya zarokan gelek girîng in. Girtîna di navbera van temenan de li ser zarokan dibe sedema texrîbateke mezin ku paşê nikare bê derbaskirin. Zarok di girtîgehan de gelek pewîstiyên xwe baş nabersivînin. Ev rewş dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye û mafên zarokan tên binpêkirin.”    DI BIN TUNDIYÊ DE MEZIN DIBIN   Ramazanoglû, da zanîn ku hin zarok bêyî ku derve binasin dema xwe ya zarokatiyê li girtîgehê derbas dikin û ev tişt got: “Di vê demê de pêşveçûna zarokan tê astengkirin û pirsgirêkan dijîn. Zarok weke kes ne li gorî civakê tevdigerin û ditirsin. Zarok, di şertên fizîkî yên ne baş de hin dema teda hevalên wan û hin deman jî tundiya qardiyana li wan dibe. Ev îhmal û îstismar bandora xwe ku li ser pêşeroja zarokan dike. Zarok nêçarî jiyana ji civakê dûr û bi tenê dibin.”   ‘DIVÊ DILGEŞ Û DAYIKA XWE BÊN BERDAN’   Di berdewamê de Ramzanoglû, bal kişand ser rewşa Dilgeşe ku bi dayika xwe re hatibû girtin û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Şandina Dilgeş a girtîgehê ya bi dayika wî re binpêkirina mafan e. Heke mirov pêvajoya vîrûsê bifikire; sererastkirina înfazê, danekirinên li ser şaredariyan, binçavkirin û girtin nîşan didin ku rewş ne tenê binpêkirineke mafan, neheqiyeke berfireh ku çawa bandorê li ser zarokekî 3 salî dike. Li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî divê Gonul Alsan demildest bê berdan û Dilgeş xwe bigihîne şertên bi tendurist ên jiyanê.”    DDENG BIDIN ZAROKAN    Ramazanoglû, destnîşan kir ku divê têgeha zarokatiyê, pêwîstî û hesasiyetên jiyana zarokan û di çarçoveya mafên mirovan de mafên zarokan, di bin bîra mezinan de cih bigirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Helwest û nêrîneke hevpar ku ji aliyê raya giştî ve bê avakirin, wê ji bo xebitandina pergala dewletê ya parastin û başkirinê bibe hêzeke bi bandor. Her xebata li gorî vê yekê wê bandorê li başbûna jiyana zarokan bike û ji bo wan bi nirx be.”    MA / Semra Tûran