Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê 2020-06-01 11:50:14 BEDLÎS - Girtiyê nexweş Sûat Aygun ê di 19’ê Gulanê de emeliyata mejî bû, cardin şandin girtî. Aygun nikare bimeşe û bi axivî. Serlêdana ji bo berdana Aygun hat kirin jî, bê encam ma.  Sûat Aygun ê zabiteyê Şaredariya Bedlîsê bû û di sala 2016’an de ji kar hat derxistin, di 5’ê Tîrmeha 2017’an de piştî tê binçavkirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê girtin. Di çarçoveya dozê de 8 sal, yek meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Aygun tê birîn. Aygun nêzî 3 salane li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê girtiye.    Aygun ê di girtîgehê de serê wî zêde diêşe, radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û testên wî tên girtin. Bijîşk ji bo Aygun teşxîsa di mejiyê wî de ûr heye datînin. Aygun li ser vê yekê sewqî Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Meletiyê tê kirin û di 19’ê Gulanê de emeliyeta mejî derbas dike. Aygun ê piştî emeliyatê digirin beşa lezgîn, hîna 8 roj bi ser emeliyata wî re derbas dibin, cardin dişînin girtîgehê.    SERLÊDANA BERDANA WÎ BÊ ENCAM MA    Parêzerê Aygun Diyar Orak, diyar kir ku rewşa muwekîlê wî cidiye û wiha got: “Piştî emeliyatê tavilê paşve dişînin girtîgehê. Ji bo berdana wî me serlêdan kir, lê ev hewldana me bê encam ma. Daraz di vê mijarê de berpirsiyariya xwe bi cih nayîne. Aygun ne li ser hişê xwe ye. Nikare bimeşe û bi axive. Bi vî awayî wî di şert û mercên girtîgehê de dihêlin. Bi vê nêzîkatiyê mafê mirovan ê jiyanê bin pê dikin. Divê dawî li xedarbûna xwe bînin.”    MA / Cemîl Ugur