Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir 2020-06-01 12:27:27 ENQERE – Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê kir ku ji bo hestiyên li Mêrdînê hatin dîtin û cenazeyên komî li Goristana Kîlyosê hatin veşartin bikeve tevgerê. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo gorên komî li gorî Protokula Mînnesota werin vekirin, rûxandina goristanan û veşartina cenazeyên komî ya li Goristana Kîlyosa Stenbolê û sepanên dij mirovane yên li dijî goran daxwazname da Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û xwest demildest ji b ovan mijaran xebatê bide destpêkirin û lêkolîn bike.   Koçyîgît di daxwanameyê de xwest komîsyonek were avakirin û xebatek çalak bi rêve bibe. Koçyîgît xwest gora komî ta li navçeya Kerborana Mêrdînê hatiye dîtin di çarçoveya Protokula Mînnesota da were vekirin û li gorî hiqûqê were birêvebirin. Koçyîgît da zanîn ku muameleyek bêehlaqî, bêwîjdan û bêhiqûqî li dijî cenazeyên li Goristana Kîlyosê hatine veşartin hatiye kirin û ew cenaze pîroz in divê bi nêzîkatiyek tolhildanî nêz nebin.