Heman îşkence û heman wêne! 2020-06-01 13:01:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di salên dawî de li emniyet û qereqolan îşkenceyek giran pêk tê û asta vê îşkenceyê gihîştiye astek xeternak. Wêneyê îşkenceya ji Emniyeta Amedê hat belavkirin wêneyê îşkenceyê yên salên dawî anî bîra mirovan. Îşkence û muameleya xerab a ji aliyê polîs û esker û bekçiyan ve li welatiyan tê kirin, Tirkiyê xistiye rewşek ku binpêkirinên mafan ên giran pêk tîne û ji maf û azadiyan dûr ketiye. Ev polîtîka îşkenceya giran piştî konsepta şer ket dewrê carek din dest pê kir. Ji sala 2015’an vir ve mirova dikare bêje her meh dîmen û wêneyên îşkenceyê ku polîs û esker pêk tînin derdikevin holê. Îşkenceyê di nava du salên dawî de ji îşkenceya deh salên dawî bihûrî. Îşkence û muameleya xerab a li qereqol û emniyetan tê kirin û ku pişt re wêne û dîmenên wan tê parvekirin hovîtiyê radixe ber çavan û rewşê xeternaktir dike. Piştî hemû îşkenceyên tên kirin bi wêneyên nivîsên wek “Xayîn li ser milê dewleta me ya dilovî ye” tên belavkirin.   WÊNEYÊ ÎŞKENCEYA LI AMEDÊ BELAV KIRIN   Wêneyên îşkenceya dawî jî li emniyeta Amedê qewimî. M.E.C, M.A. û F.A. têkildarî kuştina polîsê li Rezana Amedê hatin binçavkirin. Emre Soylû yê şêwirmendê wekîlê MHP’ê wêneyê îşkenceya li van her sê welatiyan tê kirin li ser twîtterê belav kir. Wêneyên bi nivîsên “Xayîn li ser milê emniyeta me ya dilovnî ne” hatin belavkirin, wêne û dîmenên îşkenceyên salên dawî yên li qereqol û emniyetan tîne bîra mirovan.   QEREQOL Û EMNIYET VEGUHERÎNE ÎŞKENCEXANEYÊ   Vê îşkenceya dawî ya li Emniyeta Amedê ku li welatiyan hat kirin, îşkenceya li Westanê li 4 welatiyan hat kirin, îşkenceya li 7 kesên li Mûglayê hat kirin, îşkenceya esker û polîsan li hemû welatiyên gundê Şapatana Şemzînana Colemêrgê kirin, îşkenceya li taxa Yalimelez a Rêya Armûşa Wanê li malbatekê hat kirin û îşkenceya par li navçeya Xelfetî ya Rihayê li welatiyan hat kirin raxist ber çavan û di hişê însanan de zindî kir. Ev bûyer tenê çend ji heb ji wan in. Bûyerên wek van gelek qewimîn. Gelek bûyer jî bêdîmen û bêwêne ne. Bi van dîmen û wêneyên tên belavkirin qereqol û emniyet carek din veguherîne navendên îşkenceyê.   MA / Adnan Bîlen