Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir 2020-06-01 13:16:25 AMED - Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Gozde Engîn, bi daxuyaniyekê rapora hemû xebatên xwe aşkere kir û diyar kir ku ji roja hatine vekirin heta îro li pey hemû xebatên xwe ne. Engîn, diyar kir ku bi girtin û binçavkirina endam û rêveberên wan dixwazin xebatên Komeleya Jinan a Rosa yên ji bo parastina mafê jinan îlegalîze bikin.  Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, bi armanca girtin û binçavkirina endam û rêveberên xwe şermezar bike û balê bikişîne ser xebatên xwe, li ber avahiya komeleya xwe rapora xwe aşkere kirin. Endam û rêveberên komeleyê, aktîistên TJA, Rêveber û parlamenterên HDP'ê û OHD'ê amade bûn. Rêvebera Komeleya Jinan a Roza Prz. Gozde Engîn daxuyanî û rapor xwend. Rêvebera komeleyê Engîn diyar kir ku komeleya wan hemû xebatên xwe li gorî prosedura zagonî dimeşîne û wiha got: "Komeleya me ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinê hatiye avakirin û xebatan dike. Dixwazin van xebatên komeleya me yên ji bo mafê jinan îlegalîze bikin. Em îro rapora xebatên xwe yên ji roja hatiye vekirin heta niha ji raya giştî re aşkere dikin. Em hem aşkere dikin ku li pey hemû xebatên xwe ne. Hem jî em dozger dawetî berpirsiyariyê dikin ku hemû delîlan kom  bike û li gorî zagonê tev bigere."    EM LI PEY XEBATEN XWE NE    Engîn, destnîşan kir ku ew li pey hemû xebatên xwe ne û ji ber wan mafê xwe yê zagonî parastiye lêborînê ji tu kesî naxwazin. Engîn, wiha got: "Em heta dawî li pey xebatên xwe ne. Me mafê xwe yê zagonî parasztiye û em lêborînê ji tu kesî naxwazin. Kengî li şûna hevalên me, kesên tacîz û tecawizî jinan dikin hatin darizandin, wê demê em ê her roj bi cinayetên nû yên jinan hişyar nabin. Wê demê êdî pêdivî bi çalakiyên me nabînin. Heta niha me çi kiriye ji niha û şûnde jî emê heman xebatên xwe berdewam bikin. "   Rapora xebatê:      11 Çile 2019: Kampanya em bibin heviya Oyku Arîn. 3 Adar 2019: Panela Jin û şer a li gorî biryara  1325'an a Neteweyên Yekbûyî.    07 Adar 2019: Tora Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê ya Amedê hat avakirin.    08 Adar 2019: Di Konsera Rewşen Çeliker de bi jinan re hat cem hev.    21 Gulan 2019: Ji bo Parêzer Muzeyyen Boylu a li Amedê hat qetilkirin daxuyanî da.    27 Gulan 2019: Ji bo Merve Unal a li Amedê hat qetilkirin daxuyanî da.    21 Hezîran 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan.    08 Pûşber 2019: Çalakiya Xemrî û Reş    08 Pûşber 2019: Çeteleya Adar Heziranê ya Bajar aşkere kir.    24 Tebax 2019 – Çalakiya Em naxwazin bên kuştin.    28 Tebax 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan.    02 Tebax 2019: Çalakiya Konvoya Xemrî.    30 Tebax 2019: Ziyareta li dijî tayînkirina qeyûman.    22 Îlon 2019: Tevlêbûna komxebata Platforma Têkoşîna ji bo jinên Bi zorê hatin desteserkirin.    07.10.2019: Tevlebûna perwerdehiya tora qasidan a Akdenizê.    11 Çotmeh 2019: Bi sernavê 'Jin aştiyê dixwazin' daxuyanî hat dayîn.    07 Mijdar 2019: Tevlêbûna şîna Muteber    19 Mijdar 2019: Têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê xebata  zanebûn û hişyarbûnê.    20 Mijdar 2019:  Têkildarî 25'ê mijdarê bi endaman re hatin cem hev.    25 Mijdar 2019: Bi jinan re hatin cem hev   23 Mijdar 2019: Têtikladî 25'ê Mijdarê komxebata jinan a li dijî tundiyê.    23 Mijdar 2019: Têkildarî 25'ê Mijdarê meşa şevê.    10 Kanûn 2019: Çeteleya tundiyê ya meha tîrmeh Kanûnê ya bajar aşkere kir.    24 Kanûn 2019: Atolyeya Xeyal û Aştiyê.    26 Kanûn 2019: Roja îmzeyan: Emîne Esmer 'Hêlîna Evînê"    06. Çile 2020: Li dijî zagona îstismarê daxuyaniya çapemeniyê.    20 Çile 2020: Rapora Gulistan Doku bi raya giştî re parve kir.    22 Çile 2020- Ji bo Melîke mala şînê vekir    22 Çile 2020- Çalakiya Zincîra Jiyanê.    27 Sibat 2020- Çalakiya Gulistan Doku li ku ye?    08 Adar 2020- Mîtînga 8'ê Adarê    16 Gulan 2020: Zincîra Mirovan a Xemrî    Jinan piştî rapor aşkere kir, çalakî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawi kirin.