Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir 2020-06-01 14:01:27   AMED - Esnafên Amedê di roja ewil a “asayîbûnê” de nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku têrkirî piştevanî wernegirtine loma pêvajoyek zor li benda wan e û heta şewb bi temamî bi dawî nebe dê “asayîbûn” pêk neye.   Li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) li Tirkiyê ji meha adarê ve tevdîr hatin girtin. Tevdîrên hatin girtin hinek hatin sistkirin. Piştî sistkirina tevdîran îro pêvajoya “asayîbûnê” dest pê kir. Wezareta Karên Navxweyî têkildarî “asayîbûnê” giştîname ji hemû bajaran re şand. Li gorî giştînameyê dê lokanta, restoran, kafe, qahwe, baxçeyên çayê û lokal ji 1’ê Hezîranê pê ve her roj heta saet 22.00'an ji xizmet dayînê re vekirîbin.   KARGEH VEBÛN   Li Amedê jî kargeh girtîbûn. Hin kargeh ango esnafên Amedê bi biryara “asayîbûnê” re îro deriyên xwe vekirin. Li gelek kargehên wek lokanta, cafe, qahwe li Sûr, Ofîs û Dîclekentê hatin vekirin û dest bi kar kirin. Hin tevdîr jî tên girtin. Li kargehan rêgeza mesafeya fizîkî li ber çavan tê girtin û maseyên kargena du metre ji hev dûr in. Wê xebatkar bil epik û maske bixebitin.   HEKE ŞEWB BIQEDE DÊ ‘ASAYÎBÛN’ DEST PÊ BIKE   Esnafên Amedê di roja ewil a “asayîbûnê” de nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku têrkirî piştevanî wernegirtine loma pêvajoyek zor li benda wan e û heta şewb bi temamî bi dawî nebe dê “asayîbûn” pêk neye